Polîsên dewleta Tirk li Şirnexê çek xist serê 2 jinan

Polîsên dewleta Tirk a dagirker di operasyona qirkirina siyasî ya li navçeya Cizîr a Şirnexê de çek xist serê jinên bi navên Qudret Adiyaman û Esmer Tunç.

Polîsên dewleta Tirk li Şirnexê çek xist serê 2 jinan
9 mijdar, 2020   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên Tirk li navçeya Cizîr a Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê di operasyona qirkirina siyasî de dema ku bi ser mala Cîhan Olmaz de girt, çek xist serê dayika wî Qudret Adiyaman.

Qudret Adiyaman got “Li hemberî van zextan me stûyê xwe xwar nekir û em ê nekin. Li hemberî vê zilmê em serî hildidin.”

Her wiha dema polîsan bi ser mala hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Guler Tunç de girt, çek li dayika şehîd Mehmet Tunc; Esmer Tunç kişand.