Qerqaş: Dewleta Tirk û Îran hewl didin ajandeyên xwe yên firehbûnê pêk bînin

Wezîrê karên derve yê Îmaratê Enwer Qerqaş destnîşan kir ku Îran û dewleta Tirk bi rêya mudaxeleya derve hewl didin ajandeyên xwe yên firehbûnê pêk bînin.

Qerqaş: Dewleta Tirk û Îran hewl didin ajandeyên xwe yên firehbûnê pêk bînin
9 mijdar, 2020   10:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Enwer Qerqaş di komxebata Ebû Zebî ya stratejîk de got divê dewlet rêzê ji serdestiya nîştimanî ya hev du re bigirin, Îran û dewleta Tirk êdî bi rêya mudaxeleyên xwe ajandeyên xwe yên firehbûnê pêk tînin.

Qerqaş wiha domand: “Çekên Îranê hîna derbasî Yemenê dibin û ew hîna desteka milîsan dike. Dewleta Tirk jî tunebûna ewlehiyê li Lîbyayê bi kar tîne, rola komên çekdar û milîsên li wir xurttir dike.”

 (şx)