Şaredariya Til Şayir sûka gel restore kir

Şarederiya Gel a Til Şayir a girêdayî navçeya Şedadê, di çarçoveya temamkirina projeyên salê de, ji nû ve dest bi restorekirin û rêxistinkirina sûka Deşîşe ya gel kir.

Şaredariya Til Şayir sûka gel restore kir
Şaredariya Til Şayir sûka gel restore kir
Şaredariya Til Şayir sûka gel restore kir
9 mijdar, 2020   09:48
 HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Li ser daxwazên şêniyan ji bo ji nû ve birêxistinkirina sûka gel a bajarokkê Deşîşe ku li rojhilatê navçeya Şedadê ya kantona Hesekê ye, Şaredariya Gel a Til Şayirê zemîna sûkê bi kevirên şikestî çêkir.

Hevserokê şaredariyê Casim El-Ecac diyar kir ku şêniyan bi daxwazên xwe ji bo restorkirina sûka Deşîşe mafdar in, ji ber ku ev sûk meqseda yekemîn a piraniya şêniyên herêmê û gundên li derdorê ye.

Rojane zêdetirî 2 hezar kes serdana sûkê dikin da ku pêdiviyên xwe bikirin. Li sûkê bi dehan dikan hene ku bi buhayên guncaw kel û pelan difiroşin.

Di sûkê de gelek cureyên pêdiviyên malê bigire heta sebze û êma sewalan hene. Her wiha wek sûkeke sereke ji bo dikanên bazirganiyê ye.

El-Ecac destnîşan kir ku şaredariyê li gorî derfetên xwe dest bi restorekirin û birêxistinkirina sûkê kir.  Zemîna sûkê berê herî bû û derbasbûna erebeyên veguhestina kel û pelan û tevgera kesên ku dihatin sûkê, zehmet dikir.

El-Ecac bi bîr xist ku şaredariyê sûka Deşîşe li gorî cureya kel û pelan bi rêxistin kir. Sûka pez ji sûka sebze û pêdiviyên din cuda kir.

Şaredariya Til Şayir bi hevkariya Şaredariya Gel a navçeya Şedadê pira gundê Milîhan restore kir ku gelek gundan bi hev ve û bi Deşîşe ve girê dide.

(şx)

ANHA