Li Efrînê çeteyên dewleta Tirk ciwanekî din revand

Çeteyên ku navê ‘Polîsên Leşkerî’ li xwe dikin, ciwanekî ji şêniyên navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî, revand.

Li Efrînê çeteyên dewleta Tirk ciwanekî din revand
9 mijdar, 2020   07:55
ŞEHBA

Çavkaniyekî ji navçeya Cindirêsê ragihand ku çeteyên bi navê Polîsên Leşkerî di 5'ê Mijdarê de welatiyê bi navê Bedir Koto ku ji şêniyên gundê Hemamê yê girêdayî navçeya Cindirêsê revand û heya niha çarenûsa wî ne diyar e.

Ji 18`ê Adara 2018`an ve, rojane dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, li dijî sivîlên Efrînê sûcên şer pêk tînin û her roj bûyerên qetilkirin, revandin, wêrankirin û hwd pêk tînin.

(dm)

ANHA