Çeteyên DAIŞ`ê li Iraqê êriş pêk anîn: 11 kes hatin kuştin

Dezgehên çapemeniyê yên Iraqê ragihand ku şeva din li rojavayê Bexdayê çeteyên DAIŞ`ê êriş kir, di encamê de sivîl jî di nav de 11 kes hatine kuştin.

Çeteyên DAIŞ`ê li Iraqê êriş pêk anîn: 11 kes hatin kuştin
9 mijdar, 2020   07:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên DAIŞ’ê bi bombeyên destan û çekên sivik êrişî nuqteyeke ewlehiyê (Seîd Derwêş) ya artêşa Iraqê û hêzên Sehwa yên li herêma Ridwaniyê ya rojavayê Bexdayê kir. Di êrişê de 5 endamên hêzên Sehwa û 6 sivîl hatin kuştin.

Her wiha Heşdî Şebî bi daxuyaniyekê ragihand ku wan êrişeke çeteyên DAIŞ`ê ya li başûrê bajarê Samarayê şikandiye û çete neçar mane bi paş de birevin.

 (cx)