Nivîsgeha Parastina Zarokan gelek gilî wergirtin û şandin lêpirsînê

Di çarçoveya pêkanîna peymana ku navbera QSD’ê, Rêveberiya Xweser de ji aliyekî ve û NY’yê ji aliyekî din ve hatiye îmzekirin, hevseroka Nivîsgeha Parastina Zarokan a Rêveberiya Xweser got, wan bi pratîkî dest bi xebatê kiriye û gelek gilî ji nivîsgehên xwe yên şaxî wergirtin.

Nivîsgeha Parastina Zarokan gelek gilî wergirtin û şandin lêpirsînê
9 mijdar, 2020   03:19
REQA-EHMED KEMYAN

Rêveberiya Xweser di destpêka Cotmehê de nivîsgehên parastina zarokan aktîf kirin,  hejmara wan 9 in ku li herêmên rêveberiyên xweser û sivîl belav in, her wiha Nivîsgeha Navendî li Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye.

Erka nivîsgehan, wergirtina giliyan ji şênî, dayik, bav û rêxistinên hikumî yên girêdayî zarokan û kesên baldariyê li zarokan dikin. Ev gilî li nivîsgeha navendî kom dibin û ji QSD’ê re tên şandin, da ku lêpirsînê bikin û çareser bikin.

Hevseroka Nivîsgeha Parastina Zarokan a Rêveberiya Xweser Newroz Elî wiha got: "Me bi awayekî aktîf û pratîkî dest bi xebatê kiriye, me gelek civîn bi nivîsgehên şaxî re li dar xistin, da ku mekanîzmaya xebatê geş bikin."

Newroz Elî destnîşan kir ku wan di çend rojên borî de gelek gilî wergirtin û ji QSD’ê re şandine, da ku lêpirsînê li ser wê bikin û tedbîrên guncaw bigirin.

Der barê xebatên dema pêş de, Newroz Elî eşkere ku ew ê wergirtina giliyên ji nivîsgehên şaxî re berdewam bikin û civînan ji bo geşkirina mekanîzmaya parastina zarokan li dar bixin, her wiha hevdîtinên  bi UNICEF’ê û rêxistinên girêdayî mafên zarokan re pêk bînin.

QSD’ê û Rêveberiya Xweser ji aliyekî ve û NY’yê ji aliyekî din ve peymana qedexekirina leşkerkirina zarokan kêmî 18 saliyê li nava QSD’ê îmze kir, ew peyman di 29.06.2019’an de li Cinêvê hat îmzekirin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebid Hamid El-Mihbaş diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berbelavbûna pandemiya vîrus Koronayê li pêşberî xebata pêkanîna peymanê bûn asteng.

QSD’ê di demeke berê de li gorî pêkanîna bendên peymanê nêzî 30 xort û 51 keç ji QSD’ê derxistin û ji malbatên wan re vegerandin.

(fr)

ANHA