​​​​​​​Malbatên şehîdan: Em şerê birakujiyê red dikin

Malbatên şehîdan gotin: "Em nahêlin dîrok xwe dubare bike û serî ji dijmin re danaxin, bi yekitiyê em ê hêza dijmin bişkînin."

​​​​​​​Malbatên şehîdan: Em şerê birakujiyê red dikin
9 mijdar, 2020   01:27
KOBANÊ

Rageşiya li herêma Başûrê Kurdistanê piştî ku Partiya Demokrat a Kurdistanî (PDK) sewqeiyetên xwe yên leşkerî ber bi herêma Garê ve şande zêde bû. KCK'ê ev yek wekî ragihandina şer bi nav kir û hişyariya şerekî navxweyî da ku dijmin dê sûdê jê bigire.

Serokê PDK`ê Mesûd Barzanî bi daxuyaniyekê hewl da tevgerên hêzên xwe bi hincetên ku PKK û KCK`ê derwandine, rewa bike.

Dewletên herêmî û bi taybet Tirkiyê dixwazin dagirkeriya xwe li ser Kurdistanê berfireh bikin, hewl didin ku kurdan bi hev re bidin şerkirin û pirsgirêkan di hundir Kurdistanê de belav bikin. Gelê Kurd piştrast dikin ku encama şerê birakujiyê ne binketina partiyekî ye lê belê gelê Kurd e ku bi salan êşên şer, pirsgirêkên aborî û aloziyên siyasî dikişînin.

Têkildarî wê, bertekên gel ên li dijî hewldanên şerê navxweyî didome. Hejmarek ji malbatên şehîdên QSD'ê yên ji bajarê Kobanê banga yekitiyê û dûrketina ji şerê navxweyî kirin.

'PÊKANÎNA YEKITIYÊ XEWNA ŞEHÎDAN E'

Emîna Yasîn bi bîr xist ku gelê Kurd gelek bindestî, dagirkerî û dijmantî dîtin û got, dem hatiye ku Kurd hişyar bibin û banga azadiyê bikin.

Emîna wiha domand: " Nabe Kurd biryê xwe ye Kurd bikuje, li şûna ku piştgiriya hevdu bikin em dibînin ku serî ji daxwazên dijmin re dadixin û şerê hevdu dikin. Em wê yekê qebûl nakin, em nabin lîstok di destê dijmin de, em ê ji bo yekitiya kurdan bixebitin, bi saya xwîna şehîdan em ê serî hildin û yekitiya me dê çeka herî xurt a li hember dijmin be".

Emîna Yasîn bang li hemû partiyên siyasî û gelê Kurd yekitiya xwe ava bikin û xewnên şehîdan di yekitî û azadiyê de pêk bînin.

Cîhan Bozan got: " Ji bo bi pêkanîna yekitiyê me zarokên xwe feda kirin, em bûyerên li Başûrê Kurdistanê diqewimin û hewaldanên şerê navxweyî şermezar dikin".

Cîhan Bozan banga pêkanîna yekitiyê li hêzên Kurdî kir û got: "Em malbatên şehîdan banga pêkanîna yekitiya ku hêviya gelê Kurd  e dikin û li şûnê destê xwe dixin dest dijmin û şerê hev dikin bila destê xwe bidin hev."

'EM NAHÊLIN DÎROK DUBARE BIBE''

Fethî Elî jî diyar kir ku gelê Kurd ji destpêkê de yekitiya kurdan dixwaz e, her wiha destnîşan kir ku ew li benda yekitiya Kurd in da ku karibin erdê xwe rizgar bikin û bi azad bijîn, lê belê hin partiyên ku ji bo vê yekê naxebitin.

Elî sedema ku dihêle hin aliyên kurdî li dijî yekîtiyê bixebite û piştî îdiaya pêkanîna yekitiyê dikin pirsî û got:" Ev tê wateya ku ku yê yekitiya gelê Kurd qebûl nake, zilm, bindestî û tundiya dijmin li ser xwe qebûl dike.''

Fethî Elî piştrast kir ku malbatên şehîdan nahêlin ku dîrok xwe dubare bike û kurd kurdan bikuje û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em nahêlin ku dîrok xwe dubare bike, em nahêlin şerê birakujiyê pêk were, em ê dijminê xwe têk bibin û li ser pêkanîna armancên şoreşa xwe bixebitin û serî li ber daxwazên dijmin natewînin."

(dm)

ANHA