ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09- 11-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09- 11-2020`AN
9 mijdar, 2020   00:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Malbatên şehîdan gotin: "Em nahêlin dîrok xwe dubare bike û serî ji dijmin re danaxin, bi yekitiyê em ê hêza dijmin bişkînin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Sekreterê Giştî yê Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa, hincetên ku PDK`ê pê helwestên xwe rewa dike red kirin û got: “Li şûna ku astengiya li pêşiya şervanan çêdike, divê destekê bidin şervanên ku şerê dewleta Tirk dikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Serkeftina namzetê Partiya Demokrat Joe Biden ji bo serokatiya Amerîkayê veguherînek girîng e ji bo desthilatdariya Fîlîstînê ye, ji ber ku hêviyên guhertina siyasetên DYA'yê yên têkildarî nakokiyên (Filîstîn û Îsraîlê) yên ku di serdema Donald Trump de hatine pêkanîn pê ve girêdayî ne. (BI WÊNE).

JIN

- Jinên Qamişlo bang li tevahî jinên cîhanê kir ku ji bo azadkirina rêber Ocalan ji girtîgeha dewleta Tirk serî hildin û destnîşan kir ku ramanê rêbertî bingeha azadiya jinan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Malbata Huriya li gel paşguhkirina rêxistinên mirovî û derfetên kêm ê rêveberiya kampê hemû alîkariyên ku jê re diçin difroşe da ku beşek biçûk a tedawiya keça xwe ya nexweş dabîn bike ku demek dirêj ji tedawiyê qut bûye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rasthatina 25'ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan û têkildarî binpêkirinên li dijî jinên li Efrîna dagirkirî, daxuyaniyekê li kampa Berxwedan dide, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Di çarçoveya pêkanîna peymana ku navbera QSD’ê, Rêveberiya Xweser de ji aliyekî ve û NY’yê ji aliyekî din ve hatiye îmzekirin, hevseroka Nivîsgeha Parastina Zarokan a Rêveberiya Xweser got, wan bi pratîkî dest bi xebatê kiriye û gelek gilî ji nivîsgehên xwe yên şaxî wergirtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Navendên tenduristiyê yên li gundewarên Kobanê cihê berêdana nexweşan in, ji ber ku gelek xizmetguzarî lê hene û derman bê pere ye, her wiha Desteya Tenduristiyê ya herêma Firatê hewl dide di dema pêş de 4 navendên tenduristiyê yên nû li kantonê veke. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteya Çandinî û Avê ya Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo pêşxistina qada çandiniyê di nava liv û tevgerê de ye. Komîteyê ruxsetên çandiniyê yên mewsima zivistanê ya 2020-2021’an pêşkêşî cotkaran kirin, bi wê re cotkaran piştevaniya tov û semadê wergirt. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA