Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Reqayê dest bi belavkirina madeyên çandiniyê kir

Komîteya Çandinî û Avê ya Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo pêşxistina qada çandiniyê di nava liv û tevgerê de ye. Komîteyê ruxsetên çandiniyê yên mewsima zivistanê ya 2020-2021’an pêşkêşî cotkaran kirin, bi wê re cotkaran piştevaniya tov û semadê wergirt.

Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Reqayê dest bi belavkirina madeyên çandiniyê kir
Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Reqayê dest bi belavkirina madeyên çandiniyê kir
Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Reqayê dest bi belavkirina madeyên çandiniyê kir
Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Reqayê dest bi belavkirina madeyên çandiniyê kir
Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Reqayê dest bi belavkirina madeyên çandiniyê kir
9 mijdar, 2020   02:14
REQA

Komîteya Çandiniyê ji 15’ê Cotmeha borî de deriyê dayîna ruxsetan ji cotkaran re vekir, dayîna ruxsetan bi hevkariya koperatîfên cotkaran a bi nûnertiya 21 hezar cotkarên li Reqa û gundewarên wê û bi hevkariya Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Reqayê pêk hat.

Piştî dayîna ruxsetan ji cotkaran re di du rojên borî de, cotkaran piştevaniya ji tov û semadê ji Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiyê wergirt, li aliyekî din jî dê cotkar mazotê di demeke pêş de bi rêya gerînendetiya sotemeniyê wergirin.

Di demeke berê de, Komîteya Çandiniyê plana piştevaniyê li gorî ruxsetê danîbû. Ew piştevanî jî semad, tov û sotmenî bû. Her cotkarek li gorî ruxsetê 35 kg genim ji her donimekê re bi bihaya 360 werigire, 30 kg semadê ureya ji her donimekê re bi bihaya 17.5 cint ji dolar a her tûrekî re wergire û 15 kg ji semadê phosphate ji her donimekê re bi bihaya 21 cint ji dolar a her tûrekî re werigire. Li aliyekî din jî bi hevkariya Gerînendetiya Sotemeniyê ya Reqayê dê mazotê bi bihaya 75 lîreya Sûriyê wergire. Her wiha dê cotkar 6 lître mazot ji cotkirina donimekî re û 15 lître mazot jî ji avdana her donimekî re wergire.

Hevserokê Nivîsgeha Şêwirê ya Komîteya Çandinî û Avê ya Reqayê endazyar Heyder Mûsa gotibû plana ku danîne, ji bo ji sedî 70  zeviyên avî re ye, jê ji sedî 55 genim ê avî ye, ji sedî 10 ceh , ji sedî 5 peqle ne. Ev yek dê li gorî ruxsetên ku cotkaran wergirtine û bi piştevaniya di navbera Komîteya Çandinî, Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Reqa û Gerînendetiya Sotemeniyê de pêk were.

Li aliyekî din jî endamê Komîteya Çandinî û Avê Emar Salih piştrast kir ku komîte hewl dide beşa çandiniyê bi pêş bixe, cotkaran teşwîq bike da ku rûberên fireh ji zeviyan biçînin, ku aboriya herêmê ya ku pişta xwe dide çandiyê geş bibe.

Rêveberiya Xweser 13 navend li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo belavkirina madeyên çandiniyê yên piştevan diyar kirin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7Hlq0Jt7PYI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>