Hêzên hikumeta Şamê hemleyeke serdegirtinê li Derayê da destpêkirin

Hêzên hikumeta Şamê bi desteka Firqeya Çaremîn îro li dora bajarê Derayê bi ser gelek malan de girt. Li gorî agahiyan gelek kes hatine girtin.

Hêzên hikumeta Şamê hemleyeke serdegirtinê li Derayê da destpêkirin
8 mijdar, 2020   13:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê bi desteka endamên Firqeya Çaremîn û saziyên ewlehiyê, li herêmên cuda yên Şiyah, Nexle û dora Derayê bi ser malan de girt. Li gorî agahiyan gelek kes hatine girtin.

Di heman çarçoveyê de, SOHR`ê diyar kir ku li deverên cuda yên li Derayê rêzeteqîn di encama topbarana hêzên hikumeta Şamê de li dijî herêmê, pêk hatin.

Hêzên hikumeta Şamê ji şemiyê ve hemleyeke ewlehiyê ji bo serdegirtina bermahiyên DAIŞ`ê li gorî ku îdia dike, li dora Derayê pêk tîne.

Li gorî SOHR`ê, li Derayê ji 2019`an ve û heta niha hejmara bûyerên qetilkirinê gihaşt 747`an. Ev bûyer bi rêya bombeyan, mayinan, wesayîtên bombebarkirî û gulebarandinê pêk hatine. Hejmara kesên ku di wan bûyerên de hatine kuştin jî gihaşt 493 kesan ku di nav de 138 sivîl hene.

Li gorî SOHR`ê di wan bûyerên kuştinê de endamekî hêzên hikumeta Şamê, 93 kesên ku piştî lihevkirinan vegerîn û tev li nav hêzên hikumetê bûn, 23 kes ji koma Hizbullah a Lubnanê û hêzên Îranê û 22 kes ji Firqeya Pêncemîn, hatine kuştin.

(şx)