Yekitiya Rewşenbîran a Efrînê banga hevgirtinê li gelê Kurd kir

Yekitiya Rewşenbîran a Efrîn û Şehbayê bang li gelê Kurd û partiyan kir ku li hemberî komployên li dijî destkeftiyên şoreşê bibin yek.

Yekitiya Rewşenbîran a Efrînê banga hevgirtinê li gelê Kurd kir
8 mijdar, 2020   13:28
ŞEHBA

Bi dehan endamên Yekitiya Rewşenbîran a Efrînê û nûnerên saziyên sivîl ên Şehbayê, Kampa Serdem tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî ji hêla endamê rêveber ê Yekitiya Rewşenbîran a Efrînê Mihemed Welîd ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hewldanên derxistina şerê birakujî hatin şermezarkirin û bang li parastina destkeftiyên gelê Kurd û pêşxistina rêgeza biratiya gelan hate kirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê hemû bi girîngiya vê pêvajoyê zanibin û taybet rewşenbîr û erka xwe ji bo parastina destkeftiyên gelê Kurd bi cih bînin.

Yekitiya Rewşenbîran di dawiya daxuyaniya xwe de banga hevgirtinê kir û got di vê pêvajoya hesas de, divê hemû erka xwe ya mirovî li hemberî civaka Kurd pêk bînin û ew berpirsyariyeke dîrokî ye.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kRR4aEP9NZo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>