​​​​​​​Li Reqayê Akademiya "Şehîd Elîf Welat" a jinan hate vekirin

Rêveberiya Jinan a Reqayê bi merasîmekê akademiya perwerdeyê ya firkirî ya taybet ji bo jinan bi navê "Şehîd Elîf Welat" vekir.

​​​​​​​Li Reqayê Akademiya "Şehîd Elîf Welat" a jinan hate vekirin
​​​​​​​Li Reqayê Akademiya "Şehîd Elîf Welat" a jinan hate vekirin
​​​​​​​Li Reqayê Akademiya "Şehîd Elîf Welat" a jinan hate vekirin
​​​​​​​Li Reqayê Akademiya "Şehîd Elîf Welat" a jinan hate vekirin
​​​​​​​Li Reqayê Akademiya "Şehîd Elîf Welat" a jinan hate vekirin
​​​​​​​Li Reqayê Akademiya "Şehîd Elîf Welat" a jinan hate vekirin
​​​​​​​Li Reqayê Akademiya "Şehîd Elîf Welat" a jinan hate vekirin
8 mijdar, 2020   14:28
REQA

Rêveberiya Jinan a Reqayê di çarçoveya bernameya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê de bi diruşmeya "Na ji dagirkrî û qirkirinê re, bi hev re em jin û jiyanê biparêzin" akademiya perwerdeya fikirî ya taybet ji bo jinan vekir.

Akademî bi navê ''Şehîd Elîf Welat'' bi beşdarbûna bi dehan şêniyên bajarokê, endamên komîn û Meclisa Sivîl a Reqayê li bajarokê Xesaniyê yê herêma Kerama ya rojhilatê bajarê Reqayê hate vekirin.

Merasîmê vekirinê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Bi navê Rêveberiya Jinan a Reqayê endama rêveberiyê Îtîmad Ehmed axivî û vekirina akademiyê li jinan pîroz kir.

Îtîmad diyar kir ku akademî ji bo perwedekirina jinan di aliyê siyasî de hate vekirin.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Kerama Îbtîsam El-Ebid jî axivî û got, jinên Reqayê bi saya keda şehîdan bûne xwedî îradeyeke azad. Îbtîsam destnîşan kir ku ew ê xeta têkoşînê bidomînin û banga hevgirtinê li djiî siyasetên dagirkeriyê li hemû jinan kir.

Di merasîmê de, Rêveberiya Jinan a Reqayê tabloyeke wêneyên şehîdên YPJ'ê diyarî akademiyê kir.

Deriyê akademiyê ji aliyê dayika şehîda Elîf Welat ve di nava tilîliyên dayikan û diruşmeyan hate vekirin.

Şervana YPJ'ê Elîf Welat di 9'ê Tîrmeha sala borî dema erka xwe bi cih dianî li bajarê Hesekê şehîd bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/t8fQhanZ-UQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>