'Em sedsala 21`an ji bo gelê Kurd veguherînin sedsala destkeftiyan'

PYD'ê ya şaxê Lubnanê banga domandina xeta berxwedanê kir û got “Di şerê Kurdan de tenê dijminên ku hewl didin destkeftiyan wêran bikin, dê sûdê jê wergirin.”

'Em sedsala 21`an ji bo gelê Kurd veguherînin sedsala destkeftiyan'
8 mijdar, 2020   13:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Bertekên redkirina daxuyaniyên PDK'ê ya ku şerê tevgera rizgariya Kurdistanê radigihîne û rê li pêşiya şerekî navxweyî vedike, berdewam dikin.

Di heman çarçoveya de şaxê PYD'ê ya li Lubnanê daxuyaniyek ji raya giştî re ragihand û îro li paytexta Lubnanê Beyrûtê bi beşdarbûna bi dehan endamên meclisa partiyê ji hêla rêveber Xalêd Xalêd ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Gelê Kurd li pêşiya serkeftinên dîrokî yên girîng e û ev serkeftin berî deh salan nehatine bidestxistin, ji ber vê yekê jî divê ev destkeftin werin parastin."

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku planên dijber li dijî gelê Kurd tên sazkirin û peymanên veşartî ji bo valakirina çiyayên Kurdistanê ji şervanên Kurd, pêk tên û wiha hate gotin: "Em ê li hemberî hewldanên têkbirina destkeftiyên gelê me, bê deng nemînin."

Her wiha îşaret bi girîngiya yekitiyê, çareserkirina dozen Kurdistanî bi rêbazên aştiyane û diyalogê û lidarxistina kongreyeke neteweyî ya kurdistanî bêyî dûrxistina tu aliyekî kurdî, hate kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de banga pêkanîna diyalogê û yekrêziyê hate kirin û wiha hate gotin: "Em sedsala 21`an ji bo gelê Kurd veguherînin sedsala destkeftiyan."

(dm)

ANHA