Washington: Em ê rayedarên Lubnanê yên ku berjewendiyên gel paşguh dikin muhasebe bikin

Berpirsekî Wezareta Karên Derve ya DYA’yê piştrast kir ku welatê wî dê rayedarên Lubnanê yên ku berjewendiyên xwe yên kesayetî di ser yên gelê Lubnanê re digirin, muhasebe bike.

Washington: Em ê rayedarên Lubnanê yên ku berjewendiyên gel paşguh dikin muhasebe bikin
8 mijdar, 2020   13:11
BEYRÛT

Dîplomatekî ji DYA’yê ji rojnameya Şerq El-Ewsat re girêdana ferzkirina cezayan bi xebatên avakirina hikumeta Lubnanê ve, derewand û got: “Armanca me ne komeke diyar an jî partiyek e yan jî taîfeyek e, lê belê armanca me gendelî ye. Gelek berpirsên Lubnanê wekî ku dem bi wan re heye, tev digerin. Lê ev ne rast e. Dem hatiye ku bilebitin. Divê lîderên Lubnanê bersiva daxwazên gelê Lubnanê bidin, guhertinên ku têne xwestin bi lez çêkin û gendeliyê ji kokê ve bi dawî bikin.”

Girêdayî mijarê ku dibe ceza li dijî kesên ku ne girêdayî Hizbullahê werin ferzkirin, berpirsê amerîkî got: “Divê lîderên lubnanî ji bo berjewendiya nîştimanî kar bikin da ku parastina tevahiya çînên civaka Lubnanê ji fesadî û terorê, pêk bînin. Em ê hemû lîderên Lubnanê yên ku berjewendiyên xwe di ser yên gel re digirin, muhasebe bikin.”

(şx)