Şêniyên Rojava bang li PDK`ê kir: Nekeve xefika dijminê xwe

Şêniyên Rojavayê Kurdistanê bi çalakiyekê kiryarên PDK`ê yên li Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û da zanîn ku PDK bi van kiryarên xwe rê li ber şerê birakujiyê vedike.

Şêniyên Rojava bang li PDK`ê kir: Nekeve xefika dijminê xwe
8 mijdar, 2020   12:56
QAMIŞLO

Bi armanca şermezarkirina kiryarên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Başûrê Kurdistanê, şêniyên Rojavayê Kurdistanê li ber Geraca Sîna ya bajarê Qamişloyê çalakiyeke protestoyî li dar xist.

Di çalakiyê de pankartên "Nekeve xefika dijminê xwe û birakujiyê neke" û wêneyên şehîdan hatin rakirin.

Yek ji beşdarên çalakiyê Êzidxan Elî kiryarên PDK`ê şermezar kirin û bang li PDK`ê kir ku dev ji kiryarên xwe berde û got: "Em îro daketine qadan da ku em rê li îxanetê bigirin. Divê malbata Barzanî dev ji vê îxanetê û hevkariya bi Erdogan re berde."

Her wiha şêniyê bi navê Ehmed Hacî Mihemed got: "Em naxwazin şerê birakujiyê derkeve. Dijmin ne tenê êrişî aliyekî kurdî dike, lê belê êrişî hemû aliyan dike. Divê mirov îxanetê bi gelê xwe re neke."

Ebd-El-Wahid Mûsa jî diyar kir ku ew hevkarên dijminên gelê Kurd bi tundî şermezar dikin.

Çalakî bi sloganên "Bimire îxanet" bi dawî bû.

)sb)

ANHA