Kongreya Star, siyaseta PDK`ê ya li Başûrê Kurdistanê şermezar kir

Kongreya Star siyaseta dijminahî ya PDK`ê ya li dijî tevgera azadiyê ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Kongreya Star, siyaseta PDK`ê ya li Başûrê Kurdistanê şermezar kir
8 mijdar, 2020   12:49
KOBANÊ

Nerazîbûn û bertekên li dijî rageşiya li Başûrê Kurdistanê berdewam in. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hêzên xwe li herêma Garê kom kirin ku li wê herêmê nuqteyên Hêzên Parastina Gel (HPG) hene.

Serokê PDK`ê Mesûd Barzanî daxuyaniyek dabû û êrişî PKK’ê kir û bi gotinên sosret PKK`ê tawanbar kir. Ev daxuyanî rastî nerazîbûna gelê Kurd hat.

Daxuyaniya Kongreya Star a têkildarî vê mijarê ji hêla endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Mizgîn Xelîl ve hate xwendin. Bi dehan endamên sazî û Desteya Jinan a kantona Kobanê tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Kongreya Star di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku di dirêjahiya têkoşîna gelê Kurd de li hemberî raperîn û şoreşên wî du xet derketine pêş; yek berxwedan û ya din jî îxanet. Kongreyê da zanîn ku PDK bi hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re, bû beşek ji siyaseta şerê dewleta Tirk a dagirker a li dijî PKK’ê.

Kongreyê di berdewama daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku rêber Abdullah Ocalan ji tevahiya gelên herêmê re bûye hêviyeke çareseriyê. Ji lew ra dewleta Tirk PDK`ê dike hevakrê xwe, êrişî pêşeng û doza Kurd dike.

Berdewama daxuyaniyê wiha ye: “Berxwedana heftanînê dîroka mirovahiyê bi xwe re nivîsand. Ji bo tevahî gelan bû cihê rûmet û parastinê. Di gel ew hevkarî û dagirkeriya heyî de dikarîbû xeta berxwedanê bigihîne lûtkeya herî jor. Li Heftanînê xeta berxwedanê, dagirkerî û qirkirna li ser Kurdan bi bin xist û xeta azadiyê diyar kir. Ji lewra PDK ê piştî civîna bi dewleta Tirk re, hêzên xwe li herêmên Garî û nêzî Gerîla û Qendîlê kom kirin. bi van êrêşan hewldide şerekî birakujî derxe.

Her wiha Kongreyê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku di demekê de ku tevahî alî û partiyên kurdî li ser maseyê li ser pirsgirêka kurdî giftûgo dikin, PDK`ê li gel hevkariya xwe êrîşî doza Kurd dike û aloziyan derdixe. Bi van kiryaran êdî PDK`ê bûye alavek û lîstikek di destê dewleta tirk de, li gor daxwaz û berjewendiyên xwe wan bi kar tîne.

Kongreyê da xuyakirin ku daxuyaniya serokê PDK`ê Mesûd Barzanî, li dijî xeta azadiya jinan û tevgera wan e, ruxmî ku pergala hevserokatiyê li cîhanê bûye mînak û gelek pêşketinên siyasî, îdeolojî, civakî û xweparastinê bi xwe re anîn. Kongreya Star ev axaftin li ser daxuyaniya xwe zêde kir:" Ji ber vê tim jinên pêşeng dibin armanca dagirkeriyê û ajanên wan, bi rê û rêbazên cuda dixwazin tesfiye bikin. Êrêşin li ser pergala hevseroketî û tekoşerên jin li dûrî exlaq, rêz û pîvanan e. Ji ber vê yekê bi navê tevahî jinên herêma Firatê em bang li tevahî jinan dikin ku destkeftiyên jinan biparêzin û yekitiya xwe ava bikin. Li dijî dagirkerî, qirkirin û kiryarên PDK`ê xeta yekitî û azadiyê xurt bikin û asta berxwedan û têkoşina xwe mezin bikin. Her wiha banga me ji bo tevahî partiyan heye ku bi riya diyalogê pirsgirêkên xwe çareser bikin û bila PDK`ê dev ji xeta îxanetê berde."

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/q_Ann0us2AI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>