Dewleta Tirk amadekariya vekişîna ji nuqteya Meer Hetat dike

Dewleta Tirk a dagirker îro dest bi vekirina alavên leşkerî li nuqteya Meer Hetat a li ser rêya navneteweyî ya di navbera Heleb-Şamê ya başûrê Idlibê de kir.

Dewleta Tirk amadekariya vekişîna ji nuqteya Meer Hetat dike
8 mijdar, 2020   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dest bi vekirina amûr û alavên xwe kir da ku ji nuqteya Meer Hetat a li ser rêya navnetewî ya Heleb-Şamê vekişe.

SOHR'ê da zanîn ku ji vê sibehê ve wesayîtên leşkerî yên dewleta Tirk ji nuqteyê derdikevin.

Berî demekê dewleta Tirk ji nuqteya 9'emîn a li Morik bi tevahî vekişiya û hêzên hikumeta Şamê ala xwe li ser bilind kir.

Çavdêr dibînin ku vekişîna hêzên dewleta Tirk  a dagirker ji nuqteyên ku ketine bin kontrola hêzên hikumeta Şamê, di çarçoveya peymaneke nû ya Rûsya-Tirkiyê de ye ku heya niha dateyên wê nehatine eşkerekirin.

(dm)