ANHA`yê tevgerên leşkerî yên çeteyan li rojavayê Til Temirê şopandin

Ajansa Nûçeyan a Hawarê tevgerên nû yên çeteyên dagirkeriya Tirk li gundên rojavayê Til Temirê şopandin. Çavkaniyekî leşkerî jî diyar kir ku piştî dagirkirina wê herêmê, ev cara yekê ye ku tevgerên bi vî rengî çêdibin.

ANHA`yê tevgerên leşkerî yên çeteyan li rojavayê Til Temirê şopandin
8 mijdar, 2020   11:27
HESEKÊ- DIYAR EHMED

Dewleta Tirk a dagirker şandina çeteyên bi navê ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ ji eniyên şer ên li gundewarên navçeya Til Temirê re, dewam dike. Ev yek hemwextî êrişên li ser navçeya Eyn Îsayê ku dewletên garantor li hemberî wan êrişan bê deng dimînin, pêk tê.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker beriya çend rojan nuqteyên xwe yên leşkerî li gundên bakurê rojavayê navçeya Til Temirê zêde kirin.

Çeteyan li gundên Rêhaniyê û Qasimiyê (4 km bakurê rojavayê Til Temirê) nuqte û hêza xwe xurt kirin û alên xwe li ser malên şêniyên ku bi darê zorê dane koçberkirin, bilind kirin.

Hêzên Rûsyayê yên li navçeya Til Temirê ku hêza garantor a li herêmê ye, tenê 2 km dûrî baregehên çeteyan ên li gundên Rêhaniyê û Qasimiyê ye. Tevî sewqiyatên leşkerî û tevgerên artêşa Tirk û çeteyên wê ku li pêş çavên wan pêk tên jî, hêzên Rûsyayê tu helwestê nîşan nadin.

Têkildarî mijarê, çavkaniyekî leşkerî yê hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryan ji ANHA`yê re destnîşan kir ku cara yekê ye ku tevgerên bi vê rengî li wan gundan çêdibin. Çavkanî diyar kir ku heta niha sedema wan sewqiyatên leşkerî û niyetên çeteyan, nayên zanîn.

ANHA`yê di çend rojên berê de, tevgerên leşkerî yên zêde û anîna çekên giran li eniyên şer ên navçeya Til Temirê heta navçeya Zirganê ya kantona Hesekê şopandibû.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dFzSYJp11OY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>