Dagirkeriya Tirk di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de careke din dîwar lê dike

Artêşa Tirk a dagirker bi dirêjahiya 8 km di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de dest bi lêkirina dîwar kir.

Dagirkeriya Tirk di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de careke din dîwar lê dike
Dagirkeriya Tirk di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de careke din dîwar lê dike
Dagirkeriya Tirk di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de careke din dîwar lê dike
Dagirkeriya Tirk di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de careke din dîwar lê dike
7 mijdar, 2020   13:40
QAMIŞLO

Careke din artêşa Tirk a dagirker li ser xeta sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de dîwarekî çemento, ava dike.

Beriya çend rojan, ji qereqola li gundê Sofî Salim û gundê Basron ên Bakurê Kurdistanê yên li hemberî gundê Xerab Reşkê Beravê yê girêdayî herêma Dêrikê û heta gundê Rêhaniyê yê Bakurê Kurdistanê yê li hemberî gundê Zehriyê yê herêma Beravê ya Dêrikê bi dirêjahiya 8 km, dest bi lêkirina dîwar hatibû kirin.

Ev yek ji bo temamkirina dîwarê ku artêşa Tirk a dagirker di navbera herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Bakurê Kurdistanê de lê dike, pêk tê. Artêşa Tirk a dagirker sala 2016`an dest bi lêkirina dîwar kiribû. Dîwarê bi dirêjahiya 688 km ku dewleta Tirk a dagirker lê dike, 3`emîn dîwar herî dirêj li cîhanê ye.

 (cx)

ANHA