Paritêyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga dîyalogê di navbera PDK`ê û PKK`ê kir

Partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girêdayî rewşa Başûrê Kurdistanê bi daxuyeniyek daxwaza diyalogê di navbera PDK`ê û PKK`ê kir û da zanîn ku heke şerekî navxweyî rû bide wê tevahî gelê Kurd zirareke mizin bibîne.

Paritêyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga dîyalogê di navbera PDK`ê û PKK`ê kir
7 mijdar, 2020   14:02
QAMIŞLO

Îro, 28 partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî rewşa Başûrê Kurdistan û metirsiya derketina şerekî navxweyî civîneke çapemenî li dar xist.

daxuyanî li navenda Lêkolîn û Şêwirmendiya Dîplomasî ya bajarê Qamişlo hat dayîn û  ji aliyê Serokê Partiya Çep a Kurdî Mihemdê Mûsê hat ve hat xwendin.

Mihmedê Mûsê diyar kir ku heke aloziya di navbera PDK`ê û PKK`ê de dewam bike wê li ser Kurdistanê bi tevahî bandor bike û wiha domand: "Wê bandora xwe li Rojavayê Kurdistanê pêhtir bike, ji ber ku ev destkeftiyên ku niha li Rojava hatine bi dest xistin bi xwîna bi hezaran şehîda ne."

Mûsê got: "Şerê navxweyî di dîroka Kurdistanê de tê zanîn ku gelê kurd ê her çar perçeyên kurdistanê ti sûdê ji vî şerî bidest naxe."

Mûsê da zanîn ku di vê rewşê de pêwîstiya dan û stendina di navbera PDK`ê û PKK`ê de heye û got: "Ji ber ku heke şereke navxweyî rû bide wê tevahiya gelê kurd têk bibe. Her wiha wê hemû destkeftiyên ku gelê kurd bi destxisitne talan bike."

Mûsê di dawiya axaftina xwe de bang li Partiya Demokrat a Kurdistanê PDK`ê û Partiya Karkerên Kurdistanê PKK`ê kir ku li diyalogê vegerin. Her wiha banga seknandina raghandina ku vê rewşê kûrtir dikin kir û got: "Ji ber ku hêzên dagirkiryê kurdistanê dixwazin rewşa ku niha derketiye di navbera her dû aliyên kurdî de mezintir bikin û destkeftiyan tev de binpê bikin."

Li ser pirsa ku çima hetanî niha PDK`ê bersiva banga Koma Civakên Kurdistanê  KCK`ê ya ji bona danûstendina  nedaye Mihemdê Mûsê wiha got: "Em dibêjin danûstend ji bona vê rewşê pêwîst e, tundî û êrîşkirin aloziya di navbera her dû hêzên Kurdistanî çareser nake."

(sb)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vy-M1g6n7s8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>