Balafireke bêpîlot nuqteyeke çeteyên Tehrîr El-Şem li Idlibê bombebaran kir

Balafireke nenaskirî ya bêpîlot nuqteyeke girêdayî çeteyên Tehrîr El-Şem li başûrê bajarê Idlibê bombebaran kir.

Balafireke bêpîlot nuqteyeke çeteyên Tehrîr El-Şem li Idlibê bombebaran kir
7 mijdar, 2020   13:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafireke bêpîlot nuqteyek leşkerî ya girêdayî Heyet Tehrîr El-Şem li herêmê Sercê ya girêdayî herêma çiyayê Zawiyê başûrê Idlibê bombebaran kir.

Li gorî SOHR'ê di encama bombebaranê de, ji nava çeteyên ku hatine kuştin de, çeteyên biyanî jî hebûn.

(dm)