Şêniyên Şedadê şehîd Xidir El-Sultan oxir kirin

Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê şehîdê QSD`ê Xidir El-Sultan ku dema li ser erka xwe bû şehîd bûbû, li Goristana Şehîdan a Şedadê veşartin.

Şêniyên Şedadê şehîd Xidir El-Sultan oxir kirin
7 mijdar, 2020   12:38
HESEKÊ

 Şêniyan cenazeyê şehîd Xidir ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi karwanekî ku bi dehan erebeyan pêk dihat, berê xwe dan Goristana Şehîdan a Şedadê.

Li goristanê merasima oxirkirina bi toraneke leşkerî hate destpêkirin. Piştre, Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê Nacî Necûm axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got: “Em ji mirinê natirisin, lê em ditirsin ku gelê me di bin zilma dijminan de bijî. Em ji bo azadî û rûmetê şer dikin.”

Necûm wiha domand: “Em bi oxirkirina şehîdan diêş in, lê belê em lehengî û berxwedana wan a ji bo azadî û rûmeta me tînin bîra xwe. Em ê heta pêkanîna armancên şehîdan li ber xwe bidin.”

Piştre, bi navê Meclisa Leşkerî ya Şedadê Cesûr Amûdê axivî û da zanîn ku hêzên wan dê parastina gelê xwe dewam bikin, heta rizgarkirina hemû herêman ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe bidin.

Piştî axaftinan, Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ayat Îbrahîm wesîqeta şehîd Xidir El-Sultan xwend û radestî malbata wî kir.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan de hate oxirkirin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nxFxkSO75IQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>