Çeteyên dewleta Tirk 4 sivîlên navçeya Raco revandin

Çeteyên ku qaşo navê "Polîsên Sivîl" li xwe kirine,  4 sivîlên navçeya Raco ya kantona Efrînê ya dagirkirî revandin.

Çeteyên dewleta Tirk 4 sivîlên navçeya Raco revandin
7 mijdar, 2020   12:20
 ŞEHBA

Çavkaniyekî ji navçeya Raco ya kantona Efrînê ya dagirkirî piştrast kir ku çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker 4 sivîlên ji gundê Bedîna yê girêdayî navçeya Racoyê, revandin.

Li gorî çavkanî, kesên hatine revandin ev in; Hisên Ehmed Elî, Omer Mûrad, Selah El-Dîn Henan Sêntor û Mihemed Mistefa.

Çeteyan kesên ku revandine birine cihekî ne diyar.

(cx)

ANHA