Jinên Meksîkayî destek dan kampanya komkirina îmzeyan

Jinên Meksîkayê destek dan kampanya komkirina îmzeyan ku rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina destkeftiyên şoreşa jinê û bersivdayîna êrişên dagikerî û qirkirinê dabûn destpêkirin.

Jinên Meksîkayî destek dan kampanya komkirina îmzeyan
Jinên Meksîkayî destek dan kampanya komkirina îmzeyan
Jinên Meksîkayî destek dan kampanya komkirina îmzeyan
Jinên Meksîkayî destek dan kampanya komkirina îmzeyan
7 mijdar, 2020   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê bi dirûşeyma “Ji dagirkirin û qirkirinê re na! Bi hev re jin û jiyanê biparêzin” kampanya komkirina îmzeyan dabû destpêkirin. kampanya bi armanca parastina destkeftiyên şoreşa jinê, berisvdayîna êrişên dagirkerî û qirkirinê û girtina desteka jinên cîhanê, hatiye destpêkirin.

Jinên Meksîkayî di çalakiya piştgirîdayînê de wêneyên Sekretera Giştî ya Partiya Pêşverû ya Sûriye Şehîd Hevrîn Xelef a ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve û endamên Kongreya Star Zehra Berkel, Hebûn Xelîl û Dayika Emîne ku di êrişa asîmanî ya dewleta Tirk a dagirker li Kobanê de şehîd bûbûn, rakirin û piştgiriya xwe ji kampanyaya komkirina îmzeyan re nîşan dan.

Jinên Meksîkayî di çalakiyê de daxuyaniyek dan û tê de wiha gotin: “Ji hevalên Meksîkayî silavên piştevaniyê ji bo şoreşa jinê ya li Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Şehîdkirina hevalên me Hevrîn, Zehra, Hebûn û Emîne asta êrişkariya cînayet û qetilkirina jinan ya li cîhanê careke din nîşan da.

Dîroka jinê dîroka têkoşînê ye. Jinên ku li hemberî sîstemên desthilatda li ber xwe didin, tên kuştin. Ji ber ku ew ji jinên azad ditirsin.

Em ne tenê ji bo rêxistinbûn, yekitî û xweparastinê li ber xwe didin, lê belê em ê sînorekî ji qirkirinên komên yên li dijî jinan re deynin.

Li dijî dagikerî û qirkirinê em bang li tevahî jinên cîhanê dikin ku tev li kampanya komkirina îmzeyan bibin. Rewşa niha ya cîhanê ji her demê girîngtir e. Werin em bi hev re bibin yek û têkoşînê bilindtir bikin.”