PDK`ê li navçeya Kanî Masî noqteyeke din a kontrolê ava kir

PDK`ê ya ku dev ji povakasyonên xwe bernade, vê carê jî hêzên xwe nuqteyekî nû ya kontrolê li gundê Tirwanêş ya girêdayî navçeya Kanî Masî ava kirine. Balkêşe bi cihbûna hêzên PDK’ê re liv û tevgera artêşa Tirk jî zêdetir dibe.

PDK`ê li navçeya Kanî Masî noqteyeke din a kontrolê ava kir
7 mijdar, 2020   09:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ANF`ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên herêmî, hêzên bi ser PDK’ê ve noqteyekî nû ya kontrolê li gundê Tirwanêş ya girêdayî navçeya Kanî Masî ava kirine.  Li vê xala kontrolê û gire nêzî gundê Tirwanêş hêzên xwe kom kiriye û wesayîtên xwe yên zirxî jî anîne.

Ji aliyekî din ve jî PDK`ê li herêma Metîna hêzên xwe kom dike û di nav liv û tevgereke mezin de ye.

Di heman demê de di saet 23:30’an de sê helîkopter hatin baregeha dewleta Tirk a li Kanî Masî ya Baroxê.