Balafirên Rûsyayê gundewarên çiyayê Zawiyê bombebaran kirin

Balafirên şer ên Rûsyayê gelek herêmên ji çiyayê Zawiyê yê gundewrên başûrê Idlibê bombebaran kirin.

Balafirên Rûsyayê gundewarên çiyayê Zawiyê bombebaran kirin
7 mijdar, 2020   09:33
NAVENDA NÛÇEYAN 

SOHR`ê diyar kir ku balafirên rûsî herêmên Şinan, Firkiya, Sercê û Biyinîn ên li çiyayê Zawiyê yên bejahiya başûrê Idlibê bombebaran kirin.

Balafirên şer ên Rûsyayê di 26`ê Cotmehê de kampeke leşkerî ya girêdayî çeteyên Feyleq El-Şam li herêmeke girêdayî çiyayê Diweylê ya bakur – rojavayê Idlibê bombebaran kiribû. Di encamê de zêdetirî 70 çete hatibûn kuştin û nêzî 90 kes jî birîndar bûbûn.

(oh)