Bedran Hemo: Ocalan girtîgeha Îmraliyê veguherand akademiyeke siyasî

Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê piştrast kir ku rêber Abdullah Ocalan tevî tecrîda girankirî ya li ser wî hatiye ferzkirin jî, girtîgeha Îmraliyê veguherandiye akademiyeke siyasî û cihekî ramana azad. Her wiha bang li CPT’ê kir ku bi erkên xwe yên qanûnî rabe û sînorekî ji dewleta Tirk re deyne.

Bedran Hemo: Ocalan girtîgeha Îmraliyê veguherand akademiyeke siyasî
7 mijdar, 2020   07:20
HELEB- ARIF SILÊMAN

Ajansa nûçeyan a Hawarê ANHA`yê têkildarî tecîrda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û armancên tecrîdê, bi endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk şaxê Helebê Bedran Hemo re hevpeyvînek çêkir.

Bedran Hemo di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke giran li ser rêber Abdullah Ocalan ferz dike û nahêle ku peywendiyê bi cîhana derve re deyne da ku fikir û felsefeya wî ji Îmraliyê dernekevin. Dewleta Tirk bi rêya tecrîdê dixwaze peywendiya tekane di navbera rêber Ocalan û gelên herêmê de qut bike.

KIRYARÊN DEWLETA TIRK LI ÎMRALIYÊ NE EXLAQÎ NE

Hemo destnîşan kir ku welatên Ewropayê û di nav de Almanya bang kirin ku sînorek ji kiryarên dewleta Tirk ên li dijî girtiyên Îmraliyê re bê danîn û bendên peymanên Ewropayê yên girêdayî mafên mirovan, pêk bîne.

Hemo wiha axaftina xwe domand: “Her kes dizane ku beriya 22 salan, Almanyayê rolek di komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan de lîst. Wê demê ew li hemberî komployê bêdeng man. Ji lewra divê welatên Ewropayê zextê li dewleta Tirk bikin, ji ber ku kiryarên Tirkiyê li girtîgeha Îmraliyê ne exlaqî û ne mirovî ne.”

Hemo destnîşan kir ku komeleyên kedkaran li Brîtanyayê ku zêdetirî 12 milyon endamên wê hene, cara yekemîn e ku banga azadiya rêber Ocalan dikin û wêneyên Ocalan radikin, ku vê yekê bandor li siyaseta dewleta Tirk kir û wiha got: “Ji lewra divê hemû kurdistaniyên li Ewropayê derkevin qadan û azadiya Ocalan bixwazin.”

KOMÎTEYA CPT BI BERPIRSIYARIYÊN XWE RANABE

Bedran Hemo tekez kir ku Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê CPT`ê li gorî qanûa navneteweyî bi berpirsiriyarên xwe ranebûye û girêdayî pîvanên navneteweyî nemaye û got: “Ev yek tê wateya ku ev komite di bin bandora siyaseta dewleta Tirk û hêzên hegemon de ye."

ÇARESERÎ NETEWA DEMOKRATÎK E

Hemo wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Dema ku partiya AKP`ê gihişt ser desthilatê, dewleta Tirk faşîstir bû ku dixwaze projeya Osmaniya nû vegerîne. Tekane projeya ku li hemberî projeya Osmaniya bisekine, projeya netewa demokratîk e ku rêber Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye û dê bi wê projeyê aloziyên heyî çareser bibin.”

Bedran Hemo di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Tevî tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan jî, Ocalan karîbû ku girtîgeha Îmraliyê ku cihê kuştin û êşkencekirinê bû veguherîne akademiyeke siyasî û cihekî ramanê azad û çareseriya aloziyan.”

(cx)

ANHA