"Baxçeyê Cîhana Zarokan" alîkariya dayîkan dike

Baxçeyê "Cîhana Zarokatiyê" li navçeya Şedadê ji karmendên jin ên zewcî re dibe alîkar. Her wiha baxçeyê piraniya zarokên malbatên ku dixwazin zarokên xwe deynin wir hembêz dike.

"Baxçeyê Cîhana Zarokan" alîkariya dayîkan dike
"Baxçeyê Cîhana Zarokan" alîkariya dayîkan dike
"Baxçeyê Cîhana Zarokan" alîkariya dayîkan dike
7 mijdar, 2020   07:48
HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Baxçeyê Cîhana Zarokan zarokên karmendên li saziyên Rêveberiya Xweser û şêniyên navçeyê hembêz dike. Du beşên wê hene, yek ji bo zarokên di navbera du mehî û heta 3 saliyê de û beşa din jî ji bo 3 saliyê heta 5 saliyê.

Berpirsa Baxçeyê Cîhana Zarokan Neclaa El-Şilaş têkildarî mijarê got: “Em zarokên 2 mehî heta 5 saliyê pêşwazî dikin. Mamosteyên baxçe her hefteyê tîpekê û hinek hejmaran fêrî zarokan dikin.”

Dewama baxçe ji saet 8:00`an sibehê heta 12:00`an piştî nîvro ye. Karmendên baxçeyê ji saet 7:00`an sibehê heta 15:00`an kar dikin. 

Desteya Jinan bexçe bi daniştokên taybet, dep û tevahiya pêdiviyên pêwîst amade kirin da ku perwerdeya pêşwext ji zarokan re dabîn bike.

Neclaa El-Şilaş destnîşan kir ku li ser asta Şedadê ev baxçeya yekemîn e û bi dehan zarokên karmend û şêniyên navendê hembêz dike.

Baxçe di dawiya 2017`an de ji hêla Desteya Jinan a Hesekê ve li ser daxwaza Komîteya Jinan a Meclisa Navçeya Şedadê hate vekirin.

(şx)

ANHA