Ensîtîtûyên Kurdî: Biryareke ne di cih de dikare destkeftiyên me yên sed salî têk bibe

​​​​​​​Ensîtîtûyên Kurdî yên derveyî welat bi peyamekê bal kişand ser aloziya li Başûrê Kurdistanê û got: "Em dizanin biryareke ne di cih de dikare destkeftiyên me yên sed salî li Başûr, Rojava, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê têk bibe."

Ensîtîtûyên Kurdî: Biryareke ne di cih de dikare destkeftiyên me yên sed salî têk bibe
7 mijdar, 2020   07:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Enstituya Kurdî ya Brukselê, Enstîtûya Kurdî Li Stockholmê, Înstîtûta Kurdî li Elmanya,Koma Nirxandina Wêje ya Înstituya Kurdî Li Stockholmê û Koma helbestê ya Înstituya Kurdî Li Stockholmê, li ser aloziyên li Başûrê Kurdisanê peyameke hevbeş dan û banga li hêzên Kurdistanî kirin.

Peyama Enstîtûyên Kurdî wiha ye: “Em ji we hêvî dikin ku hûn li van rojên hestdar bi hestdarî tevbigerin û ti biryarên şer nedin. Em dizanin biryareke ne di cih de dikare destkeftiyên me yên sed salî li Başûr, Rojava, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê têk bibe. Jixwe dîroka gelê me ji xwîn, birîn, mirin û kuştina hev tijî ye. Lewma em bi xembarî li vê serdema dawî temaşe dikin. Wekî tê zanîn du hêzên me dîsa hatine hemberî hav. Gelek xêrnexwaz heta ji wan tê dixwazin rojek berî rojekê Kurd hev bikujin. Ev şer heke biqewime divê bê zanîn tu kes bi ser nakeve ji xeynî neyar û xêrnexwazên Kurdan. Di encama vî şerî de ji xeynî Kurdan tu kes wê negrî, tu kes wê neêşe û tu kes wê nemir e. Em vî şerî wekî "xwekujî, kurdkujî, Kurdistankujî" yê binav dikin. Vêca kesên naxwazin bibe alîgirê xwekujî û kurdkujiyê bila dengê biratî û aşitî yê bilind bikin.

Em hemû ji hêzên siyasî û saziyên ronekbîrî hêvî dikin, dengê xwe bikin yek û nehêlin tiştê em qet naxwazin biqewimin. Em hêvî dikin, ev alozî veguheze aşîtiya navxweyî. Em baş dizanin tiştê Kurdistanê aram û azad bike, aştiya hêzên siyasî ye."