Ciwanên Rojava hişyarî li PDK’ê kirin

Ciwanên Rojava diyar kirin ku êrişên PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dikeve xana îxanetê û gotin ku PDK bûye alavek di destê dewleta Tirk de. Ciwanan bang li ciwanên Kurdistanê kirin ku li hemberî tevgerên ku destkeftiyên kurdan dikin hedef, bisekinin.

Ciwanên Rojava hişyarî li PDK’ê kirin
7 mijdar, 2020   03:39
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÊ

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hewl dide şerekî navxweyî derxîne da ku armancên dewleta Tirk pêk bîne. Herî dawî hêzên xwe li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi cih dike da ku hêzên HPG'ê dorpêç bike. Ciwanên Rojavayê Kurdistanê diyar dikin ku PDK bûye alavek di destê dewleta Tirk de.

Endamê Rêveber ê Meclisa Ciwanan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Hogir Mihemed diyar kir ku Tirkiye fitneyê di navbera kurdan de diafirîne û hewl dide şerekî birakujiyê derxîne û got: "Ji demeke dirêj ve Tirkiye bi dijwarî êrişî herêmên Kurdistanê dike, dema dît ku nikare Tevgera Azadiyê lawaz bike, PDK bi kar anî da ku şerekî birakujiyê derxîne."

Mihemed îşaret bi tevgerên dawî yên PDK'ê kir û destnîşan kir ku her kes dizane ku armanca wê PKK'ê tesfiye bike, PDK nikare wê tesfiye bike, ji ber ku PKK xwedî baweriyeke niştimanî Kurdistanî ye.

'PDK JI ALIYÊ TIRKIYÊ VE TÊ BIRÊVEBIRIN'

Hogir Mihemed bi bîr xist ku ne cara yekemîn e ku PDK hewl dide êrişî herêmên PKK'ê bike, bi dewleta Tirk re bû hevkar û êrişî herêmên Heftenîn û Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.

Mihemed anî ziman ku dewleta Tirk kurdan dikuje û binpêkirinan li dijî wan dike, lê PDK hevkariya wê dike û wiha got: "Tirkiye êrişî kurdan dike û xaka wan dagir kiriye, cîhan tev de vê dibîne, lê PDK têkiliyên xwe pê re xurt dike. Bi hezaran kurd bi destê Tirkiyê ve li pêşiya çavê PDK'ya ku li pey berjewendiyên xwe yên kesayetî ketiye, şehîd ketin."

Mihemed bang li tevgerên ciwanan ên Kurdistanê kir ku li dijî tevgerên PDK û dewleta Tirk bisekinin.

'PDK ALAVEK DI DESTÊ DEWLETA TIRK DE YE'

Endamê Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreger a Sûriyê Nasir Nasir destnîşan kir ku tevgerên PDK'ê yên dawî tê fêdê li gelê Kurd nake û got ku êrişên PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dikeve xana îxanetê.

Têkildarî tevgerên PDK'ê Nasir da zanîn ku PDK bi tevgerên xwe yên dawî daxwazên dewleta Tirk bi cih tîne û wiha dom da axaftina xwe: "Em dizanin ku armanca sereke ya Tirkiyê tunekirina gel Kurd e, Tirkiye PDK'ê wekî alavekê ji bo pêkanîna berjewendî û armancên xwe bi cih bîne."

Nasir Nasir bang li ciwanan kir "Yên ku dikarin xak û gelê xwe biparêzin û rizgar bikin ciwan in. Em ciwanên Rojava her tim amade ne gelê xwe biparêzin û li hemberî êriş û binpêkirinan bisekinin."

Ciwana bi navê Lava Mihemed Seyîd destnîşan kir ku divê gelê Kurd yekitiya xwe ava bike û nakokiyên kevin bide aliyekî, her wiha bang li hemû partiyan kurdî kir ku ji bo avakirina pêşerojeke ewle gelê Kurd yekitiya xwe çêbike.

Lava diyar kir ku pêwîst e hemû ciwan li gorî rêgez û bingehên yekitiyê kar bikin û li hemberî tevgerên ku ziyanê digihînin gelê Kurd bisekinin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8LbUV3mZDyw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>