‘Em ê parastina xaka xwe li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker bikin’

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê israr kir ku li ser erdê xwe ne û dê parastina wê bi çi temenî dibe bila bibe, bikin û diyar kir ku hedef ji êrişên dewleta Tirk ên bênavber têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û valakirina herêmê ji şêniyên wê yên resen e.

 ‘Em ê parastina xaka xwe li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker bikin’
7 mijdar, 2020   02:52
NAVENDA NÛÇEYAN-HÊLÎN ABDULLAH-BOTAN HISÊN

Dewleta Tirk a dagirker ji 9’ê Cotmeha 2019’an ve û heta niha êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet li dijî navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê, gundewarên rojavayê Girê Spî, Til Temir û Zirganê ranewestandine. Hedef ji wan êrişan dagirkirina herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Bi van êrişan re, baregehên leşkerî hatin avakirin, barîqatên axî hatin bilindkirin, tevgerên leşkerî yên dewleta Tirk û çete li seranserî M4 zêde bûn.

Dewleta Tirk a dagirker li Eyn Îsa zêdetirî 8 nuqteyên leşkerî li hundirê depoyên Şirgirakê ava kirin û sivîlan hedef digirin.

Şêniyên herêmê piştrast dikin dê li ser xaka xwe bimînin û parastina wê bi çi berdêlî dibe bila bibe, bikin.

 ‘HEDEF TÊKBIRINA PROJEYA DEMOKRATÎK E’

Cîhan Ehmed Hemo ji şêniyê Amûdê ye got, hedefa dewleta Tirk a dagirker ji êrişên zêde yên li dijî herêmê, qirkirina gelê Kurd, derxistina fîtneyê di navbera pêkhateyên herêmê de û têkbirina projeya demokratîk e.

Cîhan Hemo diyar kir ku gelê herêmê bi axa xwe ve girêdayî ye û xwe ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re danayne û wiha domand: "Em bi axa xwe ve girêdayî ne, soza şopandina rêça şehîdan didin û amade ne li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin."

Li aliyekî din jî Mihemed Colî bêdengiya navneteweyî ya der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şermezar kir û da zanîn ku hedef ji van êrişên bênavber koçberkirina şêniyên herêmê û bicihkirina çeteyan e û wiha pê de çû: "Em şêniyên Amûdê piştrast dikin ku dê li hemberî êrişan bisekinin û têkoşîna xwe bilind bikin."

Şêniyê bi navê Xelîl Xelef jî eşkere kir ku dewleta Tirk li hember qeyrana aborî û siyaseta hundirîn e, her wiha hewl dide aloziya xwe bi rêya êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hwd derxîne derve.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/00QErSUzNU0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Xelef bilêv kir ku dewleta Tirk a dagirker projeya biratiya gelan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û projeya demokrasî ya yekemîn li Rojhilata Navîn hedef digire.

Li aliyekî din jî şêniya bi nave Nofa Ubeyd ji navçeya Zirganê wiha got: "Gef û sûcên dewleta Tirk bi dawî nabin, her kesê ku li ser van sûcan bê deng bimîne, provakator û şirîkê wê ye."

 ‘EM DAGIRKERIYÊ QEBÛL NAKIN’

Nofa Ubeyd destnîşan kir ku armanc ji sûcên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagirkirina zêde ya herêman û guhartina demografiya wê ye û wiha domand: "Em di malên xwe de man da ku parastina xaka xwe bikin û em dagirkeriyê qebûl nakin."

Nofa Ubeyd bang li dewletên garantor ên ku xwe berpirsiyarê ewlehiya herêmê dibinîn kir ku der barê sûcên dewleta Tirk de tev bigerin û wiha berdewam kir: "Tişta ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk tê, dê li tevahî dewletên cîhanê belav bibe."

Şêniyê bi navê Abdullah Îso yê ji gundê Enabiyê yê navçeya Zirganê daxuyand ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû derfetên xwe hewl dide yekitiya gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya şerê taybet, êrişên li ser Zirgan û Eyn Îsayê derbe bike.

Îso wiha domand: "Em bi hêz û vîna gelê xwe bawer in û xwe ji hêzên ku hedefa wan dagirkirina xaka me ye re, danaynin û dê parastina xaka xwe bikin, me êrişî kesekî nekiriye, lê belê parastina xaka xwe dikin û daxwaza me ya yekane azadî û aştî ye."

 ‘ROJANE ÊRIŞ HENE’

Meryem Qasim ji gundekî navçeya Zirganê yê li eniya şerê bi çeteyên dewleta Tirk a dagirker re ye, sûcên dewleta Tirk şermezar kirin û wiha bi lêv kir: "Rojane gundên me tên topbarankirin, em li ber xwe didin, bi ax û şehîdên xwe ve girêdayî ne."

Li kêlek wê jî Abdulezîz Muhacirî da zanîn ku dewleta Tirk projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk derbe dike.

Muhacirî wiha bi dawî kir: "Dewleta Tirk rojane navçeya Zirganê topbaran dike, hedefa jê jî koçberkirina şêniyan û guhartina demografî ye, mîna çawa li Efrînê pêk aniye."

(fr)

ANHA