ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 0-7 11-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 0-7 11-2020`AN
7 mijdar, 2020   00:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê şehîd Xidir Sultan oxir dikin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li herêmên ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine; Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî di nava bêdengiyeke navnetewî de sûcên şer berdewam in, her ku diçe ev sûc bi belge û raporan eşkere dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê israr kir ku li ser erdê xwe ne û dê parastina wê bi çi temenî dibe bila bibe, bikin û diyar kir ku hedef ji êrişên dewleta Tirk ên bênavber têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û valakirina herêmê ji şêniyên wê yên resen e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Rojnamevanên Kurd diyar kirin ku ew li bendê bûn ku Barzanî daxuyaniyek bidaya ku rê li ber şerê navxweyî bigire, lê daxuyaniya wî mîna ragihandina şer e. Rojnamevanan bang li hemû rojnamevanên Kurd kir ku berpirsyartiyên xwe yên eşkerekirina rastiyan pêk bînin û fişarê li partiyên kurdî bikin da ku ji bo berjewendiyên gelê kurd bixebitin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedarê Kurd Elî Kerîmî diyar kir ku her şerek di navbera kurdan de derkeve wê bandoreke neyinî li gelê Kurd bike û destnîşan kir ku Mesûd Barzanî bi ragihandina şer li dijî PKK'ê re wê rewşa Başûrê Kurdistanê aloztir bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Ji hundirê stûdyoya xwe ya biçûk, mayîn li bajarê xwe û berdewamkirina pîşeya xwe bi hezkirin û bi awayekî pisporî hibijart. Ji tabloyên ku xêz kirine, azarên civaka xwe rave kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Baxçeyê `Cîhana Zarokatiyê` li navçeya Şedadê ji karmendên jin ên zewcî re dibe alîkar. Her wiha baxçeyê piraniya zarokên malbatên ku dixwazin zarokên xwe deynin wir hembêz dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Cîgirê hevserokatiya kantona Girê Spî Sebrî Nebo piştrast kir ku rageşiya ku PDK derdixe, ne ji berjewendiya niştîmanî ya Kurd e, li gorî daxuyaniyên dijminahî yên dewleta Tirk ên li dijî herêmê ye û ewlehiya heyî jî binpê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Ciwanên Rojava diyar kirin ku êrişên PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dikeve xana îxanetê û gotin ku PDK bûye alavek di destê dewleta Tirk de. Ciwanan bang li ciwanên Kurdistanê kirin ku li hemberî tevgerên ku destkeftiyên kurdan dikin hedef, bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Bajarokê Sûsa yê dikeve rojhilatê Dêrazorê bi çinîna gelek cure hinar navdar e. Gelek şênî wekî jêdera derbarê diçînin û derdixînin parêgehên din ên Sûriyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA