Li Hesekê semînerek li ser şerê taybet hat dayîn

Bi însiyatîfa Meclisa Ciwanan a MSD`ê şaxê bajarê Hesekê li ser şerê taybet û bandora wê li ser civakê, semînerek hate dayîn.

Li Hesekê semînerek li ser şerê taybet hat dayîn
Li Hesekê semînerek li ser şerê taybet hat dayîn
Li Hesekê semînerek li ser şerê taybet hat dayîn
Li Hesekê semînerek li ser şerê taybet hat dayîn
7 mijdar, 2020   13:53
HESEKÊ

Meclisa Jinên Ciwan a girêdayî Meclisa Ciwanan a Meclisa Sûriya Demokratîk MSD`ê semînerek li ser şerê taybet  da. Bi dehan ciwan, endamên sazî, meclis û partiyên serbixwe beşdarî semînerê bûn.

Semîner bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama Komîteya Perwerdeyê ya kantona Hesekê Reca Ismaîl bandora şerê taybet li ser ciwanan şîrove kir û wiha got: “Şerê taybet berdewama siyaseta dewletên desthilatdar ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe ye.”

Reca diyar kir ku têgeh û rêbazên şerê taybet gelek in û ji wan malperên tevna civakî ku malbat veqetandin û mirov ji hev dûr xistin. Armanca şerê taybet, derxistina tirsê û aloziyan di civakê de ye.

 

Her wiha Reca diyar kir ku tekane çare ji bo pêşîgirtina şerê taybet hevgirtina civakê û dûrbûna ji malperên tevna civakî ye.

Piştre deriyên nîqaşê li pêş ciwanên beşdarî semînerê hate vekirin.

(cx)

ANHA