Parlamentereke Almanyayê: Divê Almanya tevgera Gurên Boz qedexe bike

Parlamentereke Almanyayê bang kir ku tevgera Gurên Boz û Partiya Tevgera Netewî (MHP) ên tundraw ku dewleta Tirk piştevaniya wan dike, werin qedexekirin.

Parlamentereke Almanyayê: Divê Almanya tevgera Gurên Boz qedexe bike
6 mijdar, 2020   13:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ermen Pressê parlamentera Meclisa Federal a Almanyayê (Bundestag) Sevim Dagdelen taloqkirina tevgera Gurên Boz (Ulkucu) a Tirk li Almanyayê teşwîq kir.

Sevim got: “Divê hikumeta federal mîna Fransayê yekser Yekitiya Komeleyên Îdealîst ên Demokrat ên Tirk (ADUTDF) qedexe bike. Ev rêxistin Gurên Boz ên li vî welatî komî ser hev dike.”

Sevim wiha domand: “Ew bi rêya provokekirinên li dijî Kurd, Ermen, elewî, Yewnanistan û cihûyan gelê Almanyayê teşwîqî veqetînê dikin.”

Sevim piştrast kir ku divê li Almanyayê bazarên mîna van rêxistinên îslamîst û faşîst tune be.

(şx)