HPG`ê li Şemzînanê 4 leşkerên Tirk ceza kirin

HPG'ê ragihand ku li Şemzînanê li dijî kontrayan, li Heftanînê jî li dijî leşkerên dagirker ji 2 baskan ve çalakî hatine lidarxistin. Li gorî daxuyaniyê, li Şemzînanê 4 kontra hatin kuştin, li Heftanînê jî kozikek tevî leşkerên tê de hate rûxandin.

HPG`ê li Şemzînanê 4 leşkerên Tirk ceza kirin
6 mijdar, 2020   12:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên vê dawiyê yên hêzên gerîla û êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek weşand.

'LI HEFTANÎNÊ ÇALAKIYA JI 2 BASKAN VE'

HPG`ê di daxuyaniya de ev tişt gotin: “Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de 5'ê Mijdarê saet di 15:00`an de li qada Şehîd Kendal a herêma Heftanînê li dijî artêşa Tirk a dagiirker li ser Girê Şehîd Rojîn ji du baskan ve çalakî li dar xistin. Di encamê de kozikek dagirkeran tevî dagirkerên tê de hate îmhakirin. Derb li 2 kozikan hate xistin. Hejmara dagirkerên di encama vê çalakiyê de hatin kuştin û yên birîndar bûn, nehate zanîn.”

Hêzê bi bîr xist ku artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê bi çekên giran êrişî derdorê herêma çalakiyê kir.

'4 KONTRA HATIN KUŞTIN'

HPG`ê di berdewama daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir: “Di çarçoveya pêngava 'Dem dema azadiyê' de, hêzên me 4'ê Mijdarê saet di 14:50'an de li navçeya Şemzînan a Colemêrgê li dijî kontrayên ku rêya navbera qereqolên Slort û Xapuşkê çêdikirin çalakiyek li dar xist. Di vê çalakiyê de 4 kontra hatin kuştin, 2 kepçe û kemyonek hatin îmhakirin, derb li kemyonekê hate xistin. Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê herêm bombebar kir.”

HPG`ê di berdewama daxuyaniyê de bi bîr xist ku çapemeniya ser bi dewleta Tirk a mêtinger nûçeyên derewîn weşandine ku tê de îdîa kirin di vê bombebaranê de windahiyên hêzê çêbûne. HPG`ê destnîşan kir ku ev nûçeyên ji bo xapandina raya giştî hatin çêkirin dûrî rastiyê ne. Yekîneya HPG`ê ya ku çalakî kirî bi rengekî serketî li baregeha xwe vegeriyaye.

`ÊRÎŞÊN HEWAYÎ`

Her wiha HPG`ê di daxuyaniya de îşaretpê kir ku artêşa Tirk a dagirker êrişên hewayî li dijî herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anîne. Agahiyên berfireh ên li ser êrişan wiha ne:

5'ê Mijdarê saet di 14:30'an de derdora gundê Çemşerîtkê yê herêma Garê hate bombekirin.

5'ê Mijdarê saet di 15:30'an de qada Karker a herêma Zapê hate bombekirin.

Ji ber bombebaranê tiştek bi hêzên me nehatiye."