SOHR: Beşek din a cenazeyê çeteyan ji Qerebaxê vegeriya

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku beşek din a cenazeyê çeteyên Tirkiyê yên li Qerebaxê hatin kuştin vegeriya Sûriyê.

SOHR: Beşek din a cenazeyê çeteyan ji Qerebaxê vegeriya
6 mijdar, 2020   14:43
NAVENDA NÛÇEYAN

SOHR, ragihand ku 12 cenazeyên çeteyên Sûrî yên girêdayî Tirkiyê yên li kêleka artêşa Azerbaycanê li djiî Ermenistanê şer kir, vegeriya Sûriyê.

Her wiha destnîşan kir ku 10 çeteyên Tirkiyê yên li Qerebaxê şer dikin hatin kuştin.

SOHR, beriya demekê ragihandibû ku "Veguhestina çeteyên Sûriyê ber bi Qerebaxê ve didome. Hejmara çeteyên Sûriyê yên ji bo Azerbacyanê hatine şandin gihiştiye bi kêmanî 2 hezar û 580, 250 çete hatin kuştin û 342 vegeriyan."

Di 27'ê Îlona borî de şerê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de dest pê kir. Tevî ragihandina 3 peymanên agirbestê, lê ji ber destwerdana Tirkiyê şer berdewam e.