​​​​​​​Ciwanên Suryan li dijî dagirkeran piştgiriya xwe ji hêzên leşkerî re nîşan da

Ciwanên Suryan got “Ji bo parastina herêmê, em ê li pişta Meclisa Leşkerî ya Suryan û QSD`ê bin, em berdewamkirina binpêkirin û dagirkeriyê qebûl nakin.”

​​​​​​​Ciwanên Suryan li dijî dagirkeran piştgiriya xwe ji hêzên leşkerî re nîşan da
​​​​​​​Ciwanên Suryan li dijî dagirkeran piştgiriya xwe ji hêzên leşkerî re nîşan da
​​​​​​​Ciwanên Suryan li dijî dagirkeran piştgiriya xwe ji hêzên leşkerî re nîşan da
​​​​​​​Ciwanên Suryan li dijî dagirkeran piştgiriya xwe ji hêzên leşkerî re nîşan da
6 mijdar, 2020   12:30
HESEKÊ

Yekitiya Ciwanên Suryan ên Pêşverû yên herêma Cizîrê ji bo piştgiriya hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryan û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û şermezarkirina gef û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker, li navçeya Til Temirê meşek li dar xist.

Bi dehan ciwanên Suryan li Çerxerêya Til Temirê kom bûn û panoyên bi nivîsên “Bijî berxwedana jinan a li hermberî dagirkeriyê û berxwedana hêzên parastinê yên Jinên Beyt Nehrîn”, “Na ji Seyfoyên din ên li dijî gelê Suryan re”, “Em 1915`an ji bîr nakin” û alên Yekitiya Ciwanên Suryan rakirin.

Meş di kolanên sereke yên navçeyê re geriya û dirûşmên silavkirina hêzên leşkerî berz kirin. Meş li ber navenda Meclisa Leşkerî ya Suryan sekinî û mîtîngek hate lidarxistin.

Berpirsê Yekitiya Ciwanên Suryan ên Pêşverû li Sûriyê Subhî Melikî axivî û berxwedana hêzên leşkerî yên li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, silav kir. Her wiha hemleya Ciwanên Şoreşger ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi dirûşma “Teqez em ê bi ser bikevein” silav kir.

Melikî wiha got: “Ciwanên Aşûr û Suryan di aliyê leşkerî û ewlehiyê de, tev li têkoşînê bûn û bi dehan ciwanên di şerê bi rêxistinên terorîst û bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker de, şehîd bûn.”

Melikî wiha domand: “Em kiryarên dewleta Tirk a dagirker û komên radîkal, sûcên şer û binpêkirina mafên mirovan û guhertina demografiyê şermezar dikin. Em bang li NY`yê dikin ku zextê li dewleta Tirk bike da ku ji erdên me derkeve.”

Subhî Melikî piştrast kir ku bi berdewamkirina gefên Tirkiyê ji gelek herêmên Sûriyê re wekî Til Temir û gundên Xabûrê re, ew ê ji bo parastina herêmê li pişt Meclisa Leşkerî ya Suryan û hêzên QSD`ê bin û berdewamkirina binpêkirin û dagirkeriyê qebûl nakin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5Tu3Sr7A-sM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>