​​​​​​​KCK: Daxuyaniya rayedarên DYA’yê ya li ser bûyera li Gareyê daxuyaniyeke provokatîf e

KCK’ê diyar kir ku daxuyaniya rayedarên Wezareta Karên Derve ya DYA’yê ya li ser bûyera li Gareyê daxuyaniyeke provokatîf e û destnîşan kir ku îradeya ku ew hêz şand Gareyê, berpirsyarê bûyerê ye.

​​​​​​​KCK: Daxuyaniya rayedarên DYA’yê ya li ser bûyera li Gareyê daxuyaniyeke provokatîf e
6 mijdar, 2020   12:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Peywendiyan a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) li ser daxuyaniya ku cîgirê berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê ya li ser aloziya ku PDK li herêmên gerîla derdixe, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya KCK’ê de wiha hate gotin:

“Roja 4’ê Mijdarê dema operasyona hêzên PDK’ê ya li dijî herêma Garê destpê kir, gerîlayên azadiya Kurdistanê bi awayekî pir hişyar hewl da ku pêşî li derketina şer û pevçûnê bigire. Lê mixabin ji ber bi israrbûna PDK’ê ya ji bo pêkanîna operasyonê, zirarekî canî çêbû û berpirsiyariya wê bi temamî li ser milê wê îradeyê ye ku wan hêzên çekdar xistiye tevgerê.

Di demekê de ku raya giştî ya gelê Kurdistanê li her çar beşên welat û bi taybetî hêz û aliyên siyasî, rewşenbîr, kesayetiyên olî û civakî daxwaza aramkirina rewşê û pêşxistina diyalogê dikin, cîgirê berdevkê Wezareta Karên  Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li şûna ku daxwaza bidawîkirina aloziyê bike, bi daxuyaniyeke dûr ji berpirsiyariyê hewl da agirê şer û nakokiyê geştir bike û cesaret bide wan aliyên navxweyî û herêmî ku dixwazin agirê şerê Kurd-Kurd xweş bikin.

Ev daxuyaniya cîgirê berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê  bi temamî daxuyaniyeke provokatîf e, ji rastiyê dûr e û li ser bingeha berevajî nîşandana bûyeran hatiye amadekirin. Amerîka li şûna ku rexne li sevqiyata leşkerî û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kuurdistan û Iraqê bike, bi hemû awayî piştevaniya wê diek û teşwîq dike. Amerîka ne tenê li hemberî operasyona dagirkerî ya dewleta Tirk û sûcên şer ên Erdogan deng dernaxe, belkî hewl dide bi piştevanî dayîna siyaseta şerxwazî û berevajîkirinê ya PDK’ê atmosfereke neyînî ya têkiliyên di navbera hêzên Kurd de kûrtir bike.

Em vê daxuyaniya cîgirê berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê şermezar dikîn û bang li hemû gelê Kurd bi taybetî gelê Başûrê Kurdistanê, hêz û aliyên siyasî û reşwenbîran dikin ku li hemberî wê daxuyaniya provokatîf hişyar bin û hewldanên xwe ya ji bo aramî û çareseriya pirsgirêkan zêde bikin.”