Piştî êrişa li bajarê Nice, Fransa ewlehiya sînorên xwe xurt dike

Serokê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku ji ber xetereya terorê dê ewlehiya sînorên welatê xwe xurttir bikin.

Piştî êrişa li bajarê Nice, Fransa ewlehiya sînorên xwe xurt dike
5 mijdar, 2020   13:41
NAVNENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP`ê, piştî êrişên terorî ku herî dawî li dijî dêra bajarê Nice pêk hatibû û penaberekî bi eslê xwe fransî bi êrişê hatibû tawanbarkirin, serokê Fransayê Emmanuel Macron got dê ewlehiya sînorên welatê xwe xurttir bikin.

Macron di serdana xwe li sînorên Fransa û Spanyayê de ragihand ku ji ber zêdebûna êrişên terorî dê hejmara pasdaran ji 2 hezar û 400`î bibe 4 hezar û 800.

(cx)