' YE'ê ji bo derbasbûna alîkariyan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dan û standinan pêk tîne'

Hannah Newman got ku biryara Konseya Ewlekariyê li pêşiya derbasbûna alîkariyan ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê astengiya sereke ye û destnîşan kir ku Yekitiya Ewropa ji bo derbasbûna alîkariyan dan û standinan bi Rûsya, Tirkiyê û hikumeta Şamê re pêk tîne.

' YE'ê ji bo derbasbûna alîkariyan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dan û standinan pêk tîne'
5 mijdar, 2020   15:01
NAVENDA NÛÇEYAN  - EHMED MIHEMED

Endama Parlamantoya Ewropa û seroka şandeya têkiliyan a bi Nîvgira Erebî (Şibih El-Cezîra El-Erebiya) re Hannah Newman ji ANHA'yê re axivî.

Hannah Newman diyar kir ku di hevdîtina yekemîn de nîqaşên girîng li ser mudaxeleyaTirkiyê ya di herêmê de û rewşa mirovî ya şêniyan hatin kirin û wiha got: "Lê pirsgirêk kêmbûna alîkariyên mirovî ne yên ku dighêjin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber ku deriyên sînor ên vekirî nine. Her wiha rewşa çeteyên DAIŞ'ê yên di girtîgehên Hêzên Sûriya Demokratîk de di hevdîtina yekemîn de hate gotûbêjkirin."

'ÊRIŞÊN LI SER BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ BINPÊKIRINÊN QANÛNÊN MIROVÎ Û NAVNETEWÎ NE'

Endama Parlamantoya Ewropayê destnîşan kir ku parlamanto ji destpêkê ve êrişên dewleta Tirk ên li ser bakur û rojhilatê Sûriyê rexne kir û bi binpêkirinên qnûnên mirovî û navnetewî bi nav dike. Her wiha bang li hemû dewletên endamên parlamantoyê dike ku firotina çekdan ji bo Tirkiyê rawestînin.

Hannah Newman got: "Ez wekî endama Parlamantoya Ewropayê nikarim tu biryaran bidim, em rewşa heyî bi zelalî ji dewletên endamên parlamantoyê re parve dikin da ku karibe sînorekî an cezayan ji ber binpêkirinên Tirkiyê yên li herêmê re deynin."

Hannah Mewman di berdewama axaftina xwe de eşkere kir ku Yekitiya Ewropayê kongreyan ji bo konkirina alîkariyan mirovî bi giştî li dar dixe û da zanîn ew hewl didin ne tenê ji dewletên Yekitiya Ewropyê, di heman demê de ji Dewletên Yekbûyî Yên Amerîkayê re bigirin ji bo ji gelên Sûriyê re di nav de herêmên bakur û rojhilatê wê re bişînin.

Endama Parlamantoya Ewropayê destnîşan kir ku birayra Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya têkildarî girtina deriyên sînor astengiya sereke li pêşiya derbasbûna alîkariyan ji bo herêmê ye, ji ber wê zehmet e were têgihiştin ku alîkarî gihiştine tevahî herêmê.

Endama Parlamantoya Ewropayê û seroka şandeya têkiliyan a bi Sibih El-Cezîra El-Erebiya Hannah Newman di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew dan û standinan bi Rûsya, Tirkiyê û rejîma Şamê re çêdikin da ku alîkarî derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/BA_OdN-RKZ8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>