Belgefîlma `Ez şoreş im` çîroka jinên pêşengên têkoşîna azadî û wekheviyê vedibêje

Belgefîlma bi navê "Ez şoreş im" a derhênar Benedetta Argentieri çîroka têkoşîna 3 şoreşgerên jin ji bo wekheviyê û azadiyê li Rojhilata Navîn ku di nav de fermandara QSD`ê Rojda Felat jî heye, vedibêje.  

Belgefîlma `Ez şoreş im` çîroka jinên pêşengên têkoşîna azadî û wekheviyê vedibêje
5 mijdar, 2020   13:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Fîlm çîroka 3 jinan; çalakvana siyasî Sly Gafar ku ji aliyê tevgera Talîban ve tê xwestin, Rojda Felat ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û jina bi nav û deng a ji Iraqê Yinar Mihemed ku sala 2018`an ket lîsteya 100 jinên herî bibandor a cîhanê ya BBC’yê, vedibêje.

Benedetta Argentieri têkildarî fîlmê dibêje ji 2014`an ve raporên girêdayî dijwartirîn herêmên şer di dîroka nûjen de amade kirine, di nav de Bexda li Iraqê û Rojava li Sûriyê.

Benedetta Argentieri destnîşan kir ku li gel gelek jinên ku ji bo mafên xwe tê koşiyane, rûniştiye û îşaret pê kir ku wê guhertinên ku li Rojava çêbûne dîtine ku niha jin roleke sereke di tevahiya warên cîhanê de dilîzin. Her wiha bi guhertina li Iraq û Efganistanê jî hesiyaye.

Benedetta wiha got: “Xuya ye ku têkoşîna ji bo wekheviyê bandorek ku me xeyal nedikir, li civakê kiriye. Di heman demê de dezgehên çapemeniyê yên sereke her tim çîroka berê; jin qurban, paşketî, lawaz û giriyok in, radigihînin.”

Benedetta têkildarî derhênariya fîlmê jî wiha got: “Min xwest xuya bikim ku êdî jin li van herêman ne qurban in û êdî ew jin welatê xwe yê ku ji ber şer wêran bûye, ji nû ve ava dikin.”

Derhêner Benedetta Argentieri wiha pê de çû: “Dema min dest bi vê fîlmê kir, rewşa siyasî ya li dewletên rojavayî xirab bû. Siyasetmedarên rastgir û hikumetan nefret li dijî penaberan belav dikir. Hewl didin mafên jinan jî sînordar bikin û ji demokrasiyê dûr bikevin.”

Fîlm azarên jinan û hêza jinan xuya dike. Her wiha xuya dike ku heke jin bibin yek dê tevahiya astengiyan têk bibin.

Yinar Mihemed lîstikvana fîlmê jî wiha dibêje: “Tu şoreş ji şoreşa jinan dijwartir tune ne.”

(şx)