Rewşenbîrên ji Rojava: Tenê dijminên gel sûdê ji rageşiyê werdigirin

Rewşenbîrên ji Rojavayê Kurdistanê destnîşan kir ku bilindkirina asta rageşiyê tenê dijminên gelê Kurd sûdê jê werdigirin.

Rewşenbîrên ji Rojava: Tenê dijminên gel sûdê ji rageşiyê werdigirin
5 mijdar, 2020   09:33
 NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li kantona Kobanê jî Yekitiya rewşenbîran daxuyaniyek da û got:
"Piştî têkoşîn û berxwedana bi salan ku gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê meşandiye, tevî fedakariyên ku vî gelî dayne, tu kes nikare li Rojava û Başûr înkar bike. Ev bû sedema bilindkirina morala manewî, berxwedan û hevgirtina biratiyê li Bakur û Rojhilat jî. Bi saya van fedakariyan ev destkeftiyên dîrokî hatin bidexistin û divê em wan biparêzin.
Em bi hêvî û bawerî ne ku tiştê ku me heya roja îro di warê destkeftî û rizgariya gelê xwe de ji dagirkerên mêtinger standine, biparêzin. Em ê li hemberî dewletên ku hewl didin tiştên me bi saya xwîna şehîdan bi dest xistine, xerab bikin, bê deng nemînin."