Şandeya ji DYA’yê bi Meclisa Leşkerî ya Suryan re civiya

Di civîna Meclisa Leşkerî ya Suryan a li gel şandeya Komseriya Azadiya Olan a Neteweyî ya DYA’yê de berdewamkirina sûcên dewleta Tirk ên li dijî şêniyên herêmê hate nîqaşkirin û ji şandeyê re fikarên ji dubarebûna komkujiyên DAIŞ`ê bi destê dagirkeriya Tirk hatin ravekirin.

Şandeya ji DYA’yê bi Meclisa Leşkerî ya Suryan re civiya
Şandeya ji DYA’yê bi Meclisa Leşkerî ya Suryan re civiya
Şandeya ji DYA’yê bi Meclisa Leşkerî ya Suryan re civiya
5 mijdar, 2020   12:14
 HESEKÊ

Di çarçoveya serdana Komseriya Azadiya Olan a Navneteweyî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, Meclisa Leşkerî ya Suryan li Til Temirê îro bi şandeya DYA’yê re civiya.

Cîgira serokê Komseriya Azadiya Olan Nadine Menza ji aliyê berdevkê fermî yê Meclisa Leşkerî ya Suryan a navçeya Til Temirê Aram Henna û şervanên hêzên parastina jinan Beyt Nehrîn ve hate pêşwazîkirin.

Têkildarî civînê Aram Henna ji ANHA`yê re axivî û bi bîr xist ku wan sûc û êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê, bi taybet gefên wê li dijî pêkhateyên Suryan û Asûr nîqaş kirin.

Henna destnîşan kir ku wan ji şandeyê re zelal kiriye ku dewleta Tirk rêzê ji lihevkirinên agirbestê re nagire û her tim sivîlan dike hedef û komkujiyan pêk tîne.

Her wiha Henna bi bîr xist ku wan ji şandeyê re rave kiriye ku ew ji vegera çeteyên DAIŞ`ê li herêmê li gel hebûna dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û duberbûna komkujiyan bi fikar in.

Şandeyê serdana gelek dêrên ku çeteyên DAIŞ`ê di êrişên li dijî navçeya Til Temirê û gundewarên wê de wêran bûne, kir.

Piştî bidawîbûna civînê û serdana dêrên wêrankirî, şandeyê berê xwe da Kampa Waşûkanî ya li bajarê Hesekê da ku rewşa koçberan ji nêz ve nas bike û bi rêveberiya kampê re rûne.

Tê payîn şande piştî serdana Kampa Waşûkanî civîneke çapemeniyê bi Meclisa Leşkerî ya Suryan re li dar bixe.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/R29jL58o57s" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>