Meclisa Jinan a HDP`ê plansaziya çalakiyên 25'ê Mijdarê eşkere kir

Meclisa Jinan a HDP’ê bi dirûşma "Em li dijî tundiya dewleta mêrserwer tê dikoşin” di 7'ê Mijdarê de li hin bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dest bi çalakiyên ji bo ‘25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinan’ dike.

Meclisa Jinan a HDP`ê plansaziya çalakiyên 25'ê Mijdarê eşkere kir
5 mijdar, 2020   12:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê li gelek bajaran tevî platform û rêxistinên jinan meş û xwepêşandanên hevpar li dar bixe, karên xweser bimeşîne, daxuyaniyan bide, li kolanan çalakiyên xurt li dar bixe, sînevîzyonan nîşan bide, panel û semîneran pêk bîne û serdana gund, tax û malan bike.

Her wiha dê parlamenter û endamên Meclisa Jinan a HDP’ê jî tev li çalakiyan bibin û çalakiyên Meclisa Jinan dê heta dawiya mehê dewam bikin.

Li gorî bernameyê dê çalakiyên 25'ê Mijdarê di 7'ê Mijdarê de bi daxuyaniyên li navçeyên Gever, Bazîd, Pirsûs û Cizîrê dest pê bikin.