Îsraîl ji serkeftina Biden bi fikar e

Tevî ku pêşbirka li ser serokatiya DYA’yê hîna bi dawî nebûye jî, rayedarên Îsraîlê îro metirsiyên xwe li ser serkeftina namzetê Partiya Demokrat Jeo Biden û siyaseta ku dê li Rojhilata Navîn bimeşîne, nîşan dan.

Îsraîl ji serkeftina Biden bi fikar e
5 mijdar, 2020   11:54
 XEZA

Nûnerê berê yê Îsraîlê li gel Neteweyên Yekbûyî (NY) Danny Danone wiha got: “Divê Îsraîl girêdayî dozên sereke, spasiya Trump bike û xwe fêrî rewşa Biden bike. Em li hemberî rewşên zehmet in, Biden dixwaze li peymana nukleerî ya bi Îranê re vegere.”

Endamê parlamentoya Îsraîlê (Knesset) Btsalel Smotrich jî wiha got: “Heke Trump bi bin bikeve, divê em zextê li Netanyahu bikin da ku serweriyê pêk bîne û parçeyên ji Dîfa û Exwar beriya hatina Biden bixe bin serweriya Îsraîlê.”

Serokê Meclisa Cihên Niştecihbûnê yên li bakurê Dîfa Xerbiyê Yossi Dagan jî hêvî kir ku encameke baş ji hilbijartinên DYA’yê derkeve.

Girêdayî heman mijarê, lîwayê Îsraîlê Amos Yadlin jî bi fikar e ku Jeo Biden siyaseta DYA’yê bi rêjeyeke mezin biguherîne û wiha got: “Her du alî, der barê Rojhilata Navîn de xwedî heman ferasetê ne, ew naxwazin şer rû bide û dixwazin aştiyê mayînde bikin. Lê ew kîjan aştiyê dixwazin û dê girêdayî doza Îranê çi bikin?”

(cx)