Fransayê nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Erdogan da û behsa ferzkirina cezayan kir

Fransayê bersiv da daxuyaniya serokkomarê Tirk Erdogan û behsa ferzkirina cezayan li dijî Tirkiyê kir.

Fransayê nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Erdogan da û behsa ferzkirina cezayan kir
5 mijdar, 2020   11:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian daxuyaniya Recep Tayyîp Erdogan şermezar kir û ew bi tundî û bi nefretê bi nav kir.

Jean-Yves Le Drian behsa îhtimala ferzkirina cezayan li dijî Enqereyê kir.  Jean-Yves Le Drian ji kanala Ewropa1 re ragihand ku daxuyaniyên tund û nefretê yên ku ji Erdogan ve bi rêk û pêk têne kirin, nayên qebûlkirin.

Wezîrê karên hundir ê Fransayê Gerald Darmanan jî di Cotmeha borî de daxuyaniyên Erdogan rexne kiribûn û wek derbaskirina sînor bi nav kiribû.

(dm )