Kongreya Star: Divê PDK dûrî siyaseta dewleta Tirk bikeve

Kongreya Star şaxê Lubnanê bang li PDK`ê kir ku dûrî siyaseta dewleta Tirk a dagirker bikeve û got “Heke partiyên siyasî û rewşenbîran helwesta xwe kir yek, dê rewş bê guhertin.”

Kongreya Star: Divê PDK dûrî siyaseta dewleta Tirk bikeve
5 mijdar, 2020   11:46
LUBNAN

Bertekên li dijî daxuyaniya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku îşaretê bi derketina şerê birakujiyê dikin ku ew şer dikeve xizmeta dagirkerên Kurdistanê û di serî de dewleta Tirk, dewam dikin.

Di vê çarçoveyê de Kongreya Star şaxê Lubnanê daxuyaniyek da. Kongreya Star helwesta PDK`ê şermezar kir û bang li PDK`ê kir ku dev ji wan helwestan berde. Endama Kongreya Star a Lubnanê Hêva Cîhad daxuyanî xwend û tê de wiha got:

 “Gelê me yê Başûrê Kurdistanê xwedî helwestên welatparêz e û di asteke bilind a zanabûn û têgihîştinê de ye.”

Di daxuyaniyê de helwestên PDK`ê hatin şermezarkirin û hate diyarkirin ku heke partiyên siyasî, rewşenbîr û nivîskar helwestên xwe bikin yek dê rewş bê guhertin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku divê PDK dev ji vê helwesta xwe ya xeternak berde, ji ber ku dê bibe sedema windahiyên mezin ji bo tevahî Kurdan. Her wiha dê zirarê bide PDK`ê bi xwe jî û dê hemû Kurdan tune bike.

Kongreya Star her wiha destnîşan kir ku divê zext li PDK`ê bê kirin ku da ji dewleta Tirk a dagirker dûr bikeve.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/C7zYnoleyUY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>