Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê: Sûcên dewleta Tirk ên li Efrînê didomin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêkanîna sûcan li dijî şêniyên li Efrînê didomînin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê: Sûcên dewleta Tirk ên li Efrînê didomin
5 mijdar, 2020   11:41
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê Îbrahîm Şêxo rêzesûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî sivîlan li Efrînê ji ANHA`yê re eşkere kirin.

Îbrahîm Şêxo sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê wiha bi rêz kirin:

"4 sivîl, di nav de zaroekek, hatin kuştin, 120 sivîl hatin revandin. Welatiyên Kurd ji Efrînê hatin girtin, 4 sivîl birîndar bûn û çeteyên dewleta Tirk bi awayekî bê ser û ber gule direşandin.

Îşkence li sivîlan tê kirin. Zêdetirî 11 hezar dar ji cureyên cuda hatin qutkirin û şewitandin. Milkên sivîlan tên talankirin. Mewsîma zeytûnan a zêdetirî 20 hezar daran, hate talankirin. Bac li xwediyên zeviyên zeytûnê hate birîn.

Dewleta Tirk a dagirker guhertina demografiya herêmê didomîne, milkên sivîlên ku ji Efrînê koçber bûne, desteser dike û projeyên bi navên Komeleya Jiyana bi rûmet a taybet a filistîniyên 1948`an bi nav dike. Rêyeke ku bajarê Cindirêsê bi deriyê sînor ê li Hemamê ve girê dide, ava dike. Ev rê herêma Efrînê bi parêzgeha Hatay a Tirkiyê ve girê dide. 

Dewleta Tirk a dagirker 3 cihên dîrokî; Girê Dêr Sîwanê, Girê Dûpişk û Sîryos Nebî Hûrî talan kirin.

Melayên Kurd ên mizgeftên Tirindê, Qîbar, Maratê, Qeretebê, Mizgefta Bîlal El-Hebeşî ya li taxa Eşrefiye, Mizgefta Ebû Bekir El-Sidîq li Qada Azadî û Mizgefta Umer Bin El-Xetab a li rex Dibistana Keramê ji kar dûr xistin.

Her wiha çeteyên koma El-Emşat 40 malbatên ku li gundê Kaxirê bi cih bûne, qewitandin, ji ber ku ciwanan nexwest biçin Azerbêcanê.”

Şêxo piştrast kir ku ev di çarçoveya berdewamkirina guhertina demografîk, tengavkirina şêniyan û valakirina herêmê ji şêniyên resen de artêşa Tirk a dagirker van sûcan pêk tîne.

Şêxo diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk hewl didin malbatên çeteyan di malên şêniyên resen de bi cih dikin û milkên wan desteser dikin.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê da zanîn ku asta sûcên komên çete ji hev cuda ye. Li gundê Maratê hezar teneke zêt li şêniyan ferz dikin ku bidin wan. Li gundê Xelnêrê çeteyan 100 teneke zêt û li gundê Keferdelê 100 teneke zêt li şêniyan ferz kir ku bidin wan.

Her wiha Şêxo piştrast kir ku artêşa Tirk a dagirker li navenda kantona Efrînê li avahiya Fakulteya Perwerdeyê ya Efrînê, zanîngeheke qaşo bi navê Gazî Entab vekir. Zimanê tirkî bi zanabûn li dibistan ferz dike û zarokan neçarî fêrbûna wê dike.

(şx)

ANHA