Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo ku muwekîlê xwe bibînin, careke din serî li dozgeriyê da.

Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da
5 mijdar, 2020   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo ku muwekîlê xwe bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk da.

Ji parêzerên rêber Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal piştî 8 salan di 2 û 22’yê Gulanê, 12 û 18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an karîbû muwekîlê xwe bibînin.

Serdozgeriya Komarê ya Bursayê 23’yê Îlonê bi hinceta ‘nexşerêya’ ya ku Ocalan sala 2009’an pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kiribû, 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re qedexe kiribû.