Li Kobanê bikaranîna zêde ya kehrebeyê û bangên parastina wê

Li hemberî xebatên sererastkirina torên kehrebeyê yên Gerînendeya Kehrebeyê ya kantona Kobanê, şênî bi awayekî xemsarî nêzî wan xebatan dibin. Rêveberiyê bang li şêniyan kir ku bi awayekî baş kehrebeyê bi kar bînin û vala vala xerc nekin.

Li Kobanê bikaranîna zêde ya kehrebeyê û bangên parastina wê
5 mijdar, 2020   08:13
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Di havînê de kehrebe li herêmê gelek kêm bû, ji ber ku dewleta Tirk a dagirker herikîna çemê Firatê qut kir. Lê di vê dawiyê de rewşa kehrebeyê pêş ket û êdî di dirêjahiya 24 saetan de heye. Di havînê de kehrebe zêdetirî 15 saetan qut dibû.

Ruxmî ku şênî di havînê de ji ber pirsgirêka tunebûna kehrebeyê zehmetî kişandin, lê niha kehrbeyê baş bi kar naynin.

Gerînendeya Kehrebeyê di nav amadekariyên zivistanê de di çend hefteyên dawîn de dest bi xebatên sererastkirina torên kehrebeyê kir. Lê belê bikaranîna wê ya zêde û nebaş dê bibe sedema nedabînkirina wê bi awayekî mayînde di zivistanê de.

Girêdayî vê, gerînendeyê Nivîsgeha Kehrebê ya kantona Kobanê Mihemed Xan Elî wiha got: "Şênî kehrebeyê zêde xerc dikin û ev jî bandorê li toreyên wê dike. Bi wê re jî gelek caran kehrebe qut dibe."

/kr/uploads/files/2020/11/05/081739_-.webp

Mihemed Xan Elî wiha domand: "Bi hatina zivistanê re dê xebata sererastkirinê dijwar be, ji ber ku dê zexteke mezin li ser jenatoran hebe. Ji lew re divê şênî baş kehrebeyê bi kar bînin, tiştên zêde pê nexin û çireyan di rojê de pêxistî nehêlin."

Elî di dirêjahiya axaftina xwe de got: "Em bi hêvî ne şênî bi me re bibin alîkar da ku parastina hebûna kehrebeyê bikin. Her wiha divê tiştên pêwîst nake pêxistî nehêlibin da ku bandorê li ser jenatoran neke."

Biryara bikaranîna zêde ya derqanûnî ya kehrebeyê heye, her şênî ku wê biryarê binpê bike, baca di navbera hezar heta 10 hezar lîreya Sûriyê de dide, ew jî li gorî hejmara çireyên di nava rojê de pêketî.

Şêniyê bi navê Şêx Nebî Remo wiha diyar kir: "Em dibînin ku şênî gelek çireyan di saetên rojê de li pêş malan û dikan pêxistî dihêlin, ev jî çewtiyek e."

/kr/uploads/files/2020/11/05/081809_-.webp

Şêx Nebî Remo got niha fatûreya kehrebeyê sabît e û li gorî embîran tê. Ev jî dibe sedema bikaranîna zêde ya kehrebeyê. Lê dema alava jimartina kehrebeyê hebe, kehrebe zêde nayê xerckirin, lê wê demê dê fature zêde bibe.

/kr/uploads/files/2020/11/05/081900_-.webp

Li aliyekî din jî Ehmed Hisên bi lêv kir ku xerckirina kehrebeyê çewtiyeke mezin e. Divê di navbera şêniyan de zanabûnek bê belavkirin ku parastina kehrebeyê bikin û bi rêveberiyê bibin alîkar.

/kr/uploads/files/2020/11/05/081930_-_1.webp

Di heman demê de jî Kewser Mihemed got divê şênî parastina kehrebeyê bikin, alavên kehrebeyê yên malê pê nexin da ku kehrebe qut nebe û zirar bi toreyê nebe. Ji ew ew bi xwe rizarê dibînin, bi taybet di zivistanê de."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cXEjoXbkw_s" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>